Ji Koma Berxwedan straneke nû: Rojava Rojhilat e Kurdistan Yek Welat e

Koma Berxwedan piştî demek dirêj cardin ji nûve sazbûna xwe ragihand straneke nû ya yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd vedibêje çê kir.

Ji Koma Berxwedan straneke nû: Rojava Rojhilat e Kurdistan Yek Welat e
14 nîsan, 2026   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Berxwedan ku piştî demek dirêj di meha Adarê de cardin ji nûve sazbûna xwe ragihandibû, bi stranek nû derket pêxberî hezkerên mûzîkê. Komê piştî ji nûve sazbûnê yekem strana xwe li ser yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd çê kir. Di strana bi navê, “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” de girîngiya yekîtiya neteweyî û têkoşîna azadiya Kurdistanê tê vegotin. Stran bi slogana ku di dema berxwedana Rojavayê Kurdistanê de derketî pêş a wekî, “Yek e yek e yek e Kurdistan yek e” bi dawî dibe.

Gotinên strana di Stêrk Tv yê de hate pêşkêşkirin wiha ne:

Rojava, Rojhilat e

Kurdistan yek welat e

Bakur, Başûr pêkve

Dibe yek xebat e

Rojava, Rojhilat e

Kurdistan yek welat e

Bakur, Başûr pêkve

Dibe yek xebat e

Şer qedera dîrokê

Sed sal e ew bindest e

Parçe kirin welatê me

Kirin çar parçe

Şer qedera dîrokê

Sed sal e ew bindest e

Parçe kirin welatê me

Kirin çar parçe

Rabûn, rabûn, rabûn e

Niştimanperwer, şoreşger

Têkoşerên Kurdistan

Raperîn, bûn şêr

Rabûn, rabûn, rabûn e

Niştimanperwer, şoreşger

Têkoşerên Kurdistan

Raperîn, bûn şêr

Sedsala bîstan borî

Sedsala bîst û yekê ye

Cîhan hemî dizane

Kurdistan yek welat e

Sedsala bîstan borî

Sedsala bîst û yekê ye

Cîhan hemî dizane

Kurdistan yek welat e

Ji cîhanê seraser

Kurd rabûn ser xwe

Bû yek deng, bû yek reng

Kurd tev de bûn yek

Ji cîhanê seraser

Kurd rabûn ser xwe

Bû yek deng, bû yek reng

Kurd tev de bûn yek

Kurdistan yek welat e

Kurdistan yek welat e

Kurdistan yek welat e

Kurdistan yek welat e

Kurdistan yek welat e