Li Rihayê li dijî dibistanê êriş: Gelek birîndar hene

Li navçeya Sêwereg a bajarê Rihayê ya bakurê Kurdistanê xwendekarekî bi çekê êrîşê dibistanê kir û 16 kes birîndar kir.

Li Rihayê li dijî dibistanê êriş: Gelek birîndar hene
14 nîsan, 2026   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyan, xwendekarekî bi çekê avêt ser Lîseya Anadolû Teknîk û Pîşeyî ya Ahmet Koyûncû û gule li derdorê reşand.

Xwendekarekî li Dibistana Amadehî ya Pîşeyî û Teknîkê ya Ahmet Koyuncu ya navçeya Sêweregê ya Rihayê bi çekê êriş kir. Hat zanîn ku di encama êrişê de 4 mamoste, 10 xwendekar, polîsek û xebatkarê kantînê birîndar bûn. 

Hat zanîn ku êriş ji hêla xwendekarekî berê yê dibistanê ve hatiye kirin û piştre jî xwe kuştiye.