‘Şandeyeke ji Qeterê çû Tehranê‘

Çavkaniyekî agahdar ji Reutresê re aşkera kir ku şandeyek ji dîplomatên Qeterê ji bo gotûbêjkirina pêkanîna gavên dawîn ên lihevkirina agirbestê berê xwe da Tehranê.

‘Şandeyeke ji Qeterê çû Tehranê‘
14 hezîran, 2026   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî agahdar ji Reutersê re aşkera kir ku mûzakerevanên Qeterî di çarçoveya pêkanîna lihevkirina agirbestê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Îranê de vê sibehê ber bi Tehranan ve çûn.

Rayedarên DYA û Pakistanê got, peymana bidawîanîna şer dê îro were îmzekirin, lê Tehranê ev yek piştrast nekiriye.

(bb)