Amnesty: Divê rejîma Îran darvekirina girtiyên siyasî rawestîne

Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty International) bang li berpirsên Îranê kir ku demildest cezayê darvekirinê yê li ser girtiyên siyasî bide rawestandin.

Amnesty: Divê rejîma Îran darvekirina girtiyên siyasî rawestîne
14 hezîran, 2026   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

 Rêxistina Efûya Navneteweyî, derbarê metirsiya bidarvekirina hejmarek girtiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de daxuyaniyek belav kir û hişyarî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Em bang li berpirsên Îranê dikin ku cezayê darvekirinê yê li ser girtiyên siyasî yên ku niha di Girtîgeha Şêban a Ahvazê de tên ragirtin û rûbirûyî metirsiya herî mezin a bidarvekirinê ne, demildest rawestînin.”

Rêxistinê bi taybetî li ser rewşa girtiyên siyasî yên bi navên Mesûd Cameî, Elîreza Mûrdasî, Ferşad Îtîmadî Fer, Reza Ebdûlî û Hesen Mûslawî hişyarî da û xwest ku her planek ji bo bicihanîna cezayên wan bi lezgînî were sekinandin.

Efûya Navneteweyî nêzîkatiya dadwerî ya rejîma Îranê ya li hemberî mûxalîfan rexnekir û teqez kir ku pêvajoya darizandina van kesan tije pirsgirêkên hiqûqî û binpêkirina mafên mirovane.

Rêxistinê ragihand şert û mercên Girtîgeha Şêban gelekî xirabin, girtîgeh pir qerebalîxe û xizmetguzariyên pêwîst lê nînin. Rêxistinê da zanîn ku girtî ji dermankirinê bê parin û jiyana wan di metirsiyê deye.

Rêxistina Efûya Navneteweyî eşkere kir ku hikûmeta Îranê ji destpêka şerê xwe yê li gel Amerîka û Îsraîlê ve, herî kêm 42 girtiyên siyasî bi darvekirine.

Rêxistinê diyar kir ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê wekî amûrekê ji bo tirsandin, bêdengkirina dengên nerazî û zilmê bi kar tîne.