Li gundewarên Quneytîrayê tevgera Îsraîlê

Dewriyeyeke mezin a hêzên Îsraîlê tevî nêzî 30 wesayîtên leşkerî ket gundekî Quneytîrayê û sivîlek lêpirsîn kir.

Li gundewarên Quneytîrayê tevgera Îsraîlê
14 hezîran, 2026   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewriyeyeke artêşa Îsraîlê bi nêzî 30 wesayîtên leşkerî, duh derengiya şevê ket gundê Um Batîna yê Quneytîrayê.

Li gorî SOHR‘ê, leşkerên artêşa li taxên gund belav bûn û li ser rêya Um Batîna û bajarokê Cebayê bendek demkî ya kontrolê danî. Bi danîna vê bendê re tevgera şêniyan çend saetan sekinî.

Hate ragihandin ku leşkeran sivîlek lêpirsîn kir, di heman demê baregehên leşkerî yên kevin ên kavilkirî yên li derdora gund kontrol kirin û piştî çend saetan vegeriya baregeha Ednanyê.

Di bûyerê de pevçûn û windahiyên mirovî çênebûn.

(bb)