Şandeya Rêveberiya Xweser û ya DYA’yê li Urdunê civiyan

Li Urdunê di navbera sandeyeke amerîkî ya payebilind, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed de hevdîtin pêk hat. Hate diyarkirin şandeya DYA’yê di civînê de piştgiriya xwe bi QSD’ê re nîşan da.

Şandeya Rêveberiya Xweser û ya DYA’yê li Urdunê civiyan
26 tebax, 2025   14:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ku nûnerên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên dan û standina bi hikumeta Şamê re, li ser rûpelên xwe parve kirine, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, Hevseroka Darîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê li Sûriyeyê Thomas Barrack, Senatora Amerîkayê Jeanne Shaheen û endamê Kongreya Amerîkayê Joe Wilson li paytexta Urdun Emanê civiyan.

Hate gotin, di civînê de, pêşvebirina pêkanîna peymana 10’ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û serokê hikumeta Şamê Ehmed El Şeri de hat nîqaşkirin. Hate diyarkirin ku Jeanne Shaheen piştgiriya welatê xwe ji bo QSD’ê û hewldanên wê yên têkoşîna li dijî terorê anî ziman.

(bb)