Tevgera Ciwanên Ermenî destpêşxerêya têkildarî hişbirê da destpêkirin

Tevgera Ciwanên Ermenî ya Demokratîk di der barê zirarên hişbirê de bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn destpêşxerêyeke hişyariyê da destpêkirin.

Tevgera Ciwanên Ermenî destpêşxerêya têkildarî hişbirê da destpêkirin
Tevgera Ciwanên Ermenî destpêşxerêya têkildarî hişbirê da destpêkirin
Tevgera Ciwanên Ermenî destpêşxerêya têkildarî hişbirê da destpêkirin
Tevgera Ciwanên Ermenî destpêşxerêya têkildarî hişbirê da destpêkirin
Tevgera Ciwanên Ermenî destpêşxerêya têkildarî hişbirê da destpêkirin
Tevgera Ciwanên Ermenî destpêşxerêya têkildarî hişbirê da destpêkirin
26 tebax, 2025   14:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Ciwanên Ermenî ya Demokratîk îro destpêşxeriya hişyariyê ya di der barê zirarên hişbirê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn re da destpêkirin.

Destpêşxerî li Qada Azadiyê ya bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê hat destpêkirin, broşorên hişyariyê hatin belavkirin, bi taybet li ser ciwanan. Di broşoran de xeteriyên hişbirê, bandorên wê li ser tendujristiya ciwanan û civakê giştî hatin zelalkirin.

Girêdayî mijarê, hevseroka tevgerê Lusnak Kavorian, ji ajansa me re axivî: "Hişbir xeternak e, bandorê li ciwanan dike. Ji bo hişyarkirina ciwanan di der barê zirarên wê de, me broşor belav kirin."

Lusnak diyar kir ku "Parastina ciwanan berpirsiyariya me ye. Ji erka me ye em wan hişyar bikin û dûrî madeyên jehî û hişbirê bixin. Ji ber ku ew made exlaqê wan xerab dikin ku pê re bandoreke neyênî li civakê dike."

Lusnak anî ziman ku ev destpêşxerê wê ne tenê li bajarê Hesekê be, wê li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê û kantona Dêrazorê jî bigire nava xwe. Armanc ji vê yekê hişyariyê di nava hejmareke mezin a ciwanan de belav bikin û wan ji xeteriyên wê bi dûr bixin.

(fr)

ANHA