Hejmara kuştiyên li Siwêdayê bû 1895 kes

Ji 13ˊyê Tîrmehê ve li Siwêdayê 1895 kes hatine kuştin, jê 670 kes li meydanan hatine înfazkirin.

Hejmara kuştiyên li Siwêdayê bû 1895 kes
26 tebax, 2025   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku 116 qurbaniyên din ji xelkê Siwêdayê hatin tomarkirin, ji wan 6 jin in. Ev qurbanî ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve li meydanan hatine înfazkirin. Siwêdayê hatine gulebarankirin.

Ji 13ˊyê Tîrmehê ve bîlançoya kuştiyan derket 1895ˊan:

725 ji xelkê Siwêdayê ku piranî Durzî ne hatine qetilkirin; ji wan 167 sivîl, di nav wan sivîlan de 21 zarok û 57 jin in.

477 endamên Wezaretên Parastinê û Ewlekariya Giştî yên hikumeta veguhêz in, di nava de 40 ji eşîrên bedewî û çekdarên lubnanî ne.

15 ji endamên Wezaretên Parastinê û Ewlekariya Giştî di encama êrişên Îsraîlê de hatin kuştin.

Jinek û 2 kesên nenas di bombebarana balafirên Îsraîlê ya li dijî avahiya Wezareta Parastinê de hatin qetilkirin.

2 rojnamevan di pevçûnên li Siwêdayê de hatin qetilkirin.

670 kes ku piranî Durzî ne, di nav de 57 jin û 15 zarok û temenmezin li meydanan hatine înfazkirin.

3 kes ji xelkê eşîrên Bedewî, di nav de jinek û zarokek, li meydanan bi destê çekdarên Durzî hatin înfazkirin.

(fr)