`Vegera ewle û bi rûmet` bû mijara panelekê li Helebê

Di panelekê de li Helebê hate diyarkirin ku ji bo vegera ewle û birûmet a efrîniyan, divê dewleta Tirk a dagirker ji bajarê Efrînê vekişe.

13 îlon, 2025   20:29
HELEB

Di panelekê de li bajarê Helebê ku bi dirûşma “Efrîn rûmeta me ye û em dixwazin bi rûmet vegerin” hatiye lidarxistin, nûnerên 7 partiyan, koçberên Efrînê, kesayetên serbixwe, saziyên sivîl, rewşenbîr, hiqûqnas, bijîşk û nûnerên tevgerên jinan tev lê bûn. 

Panel li hola Mîdye ya li taxa Şêxmeqsûdê hate lidarxistin. Sedemên ku ji ber wê Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê bicihanîna bendên lihevkirina 10`ê Adarê dereng dixe û li gorî wê divê koçberên Efrînê bi ewle vegerin warên xwe, nîqaş kirin. Beşdaran diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker li pêşiya vê lihevkirinê bend e.

Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê Xalîde Ebdo axivî û got ji bo ku koçber vegerin warên xwe, divê gavên cidî bên avêtin û diyar kir ku Hikumeta Veguhêz, lihevkirin binpê dike û guh dide daxwazên dewleta Tirk.

Endamê Komîteya Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Welat Mamo destnîşan kir ku êrişa dewleta Tirk li ser Efrînê li dijî destkeftiyên Rêveberiya Xweser e û hewldanek bû ji bo ku nasnameya kurdî ya bajêr, ji holê rake.

Endezyar û şêwirmendê muftiyê berê yê Sûriyeyê Basil Qis Nesrallah jî got: “Hikumeta Veguhêz, hêviyên gelê Sûriyeyê rave nake.”

Kesayetê serbixwe Ebdulezîz Hemdûş jî vegera şêniyan a takakesî bi “neewle, dagirkeriyê û sûcan betal nake” wesifand. 

Dr. Ebdullah Hebeş li ser pirsgirêka tirkî-sûrî û rola pirsgirêkê di berdewamkirina tevliheviyê bi rêya çeteyan de, hişyarî da.

Di dawiya panelê de, li ser gelek xalan li hevkirin. Hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, rojane sûcan li dijî şêniyên bajarê dagirkirî dikin. Mal û milkên wan didizin, şêniyan direvînin û digirin. Nemaze ku Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê nikare bindên lihevkirina 10`ê Adarê bicih bûne. “Vegera bi rûmet” tenê dema dewleta Tirk û çeteyên wê ji bajêr vekişin, bandorên siyasetên guhertina demografiyê ji holê radibin, pêkan e. Wekî din divê şêniyên Efrînê herêmên xwe bi xwe, bi rêve bibin, ji ber ku li gorî pîvanên navneteweyî mafekî rewa û qanûnî ye.

(şx)

ANHA