Urdin amadekariya ji nû ve bikaranîna xeta trênê ya Hîcazê dike

Urdin amadekariya jinûve bikaranîna rêwîtiyên geştiyarî yên bi rêya xeta trênê ya Hîcazê ya ku stasyona Omanê bi Şamê ve girê dide, dike.

Urdin amadekariya ji nû ve bikaranîna xeta trênê ya Hîcazê dike
9 nîsan, 2025   18:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Xeta Trênê ya Hîcazê-Urdinê amadekariyê ji nû ve bikaranîna rêwîtiyên geştiyarî dike. Ew xet ji Omanê derbasî Dera û piştre Şamê dibe.

Gerînendeyê Saziya Giştî ya Xeta Trênê ya Hîcazî-Urdinê Zahî Xelîl ji Kanala El Memleke" ya Urdinê re got, wê rêwîtiyên geştiyarî ji stasyona Omanê derkeve, di Zerqa û Mefreq re derbas bibe û ber bi sînorê Cabir ve biçe.

Xelîl diyar kir ku piştî trên di xaka Urdinê re derbas bû, wê bigihîne stasyona Dera û piştre berê xwe bide stasyona El Qedem a li Şamê ku dawiya xeta Hîcazê ye.

Xelîl destnîşan kir ku wê aliyê Sûriyeyê jî xeta trênê di hundira xaka xwe sererast bike. Her wiha Xelîl anî ziman ku wê ger, piştî hevkariya bi aliyê Sûriyeyê re bi dawî bûn û danehevên lojistîk ên her du welatan temam bûn, dest pê bikin.

Berdevkê Wezareta Karên Hundirînê ya Urdinê Tariq El Mecalî di dawiya Adarê de ragihandibû ku ew rê didin ji nû ve xebat li gorî pergala pejirandinê vegere, da ku komên geştiyarî yên Sûriyeyê li gorî dîsplînên berê dihat bikaranîn derbasî Urdinê didin. Lê divê ew yek bi destûrdayîna nivîsgehên geştiyarê be û dema serdanê jî mehekê derbas neke.

Avakirina xeta Trênê ya Hîcazê di 1900’î de hat destpêkirin û di 1908’an de bi dawî bû. Armanc ji vê xetê ew bû ku Şamê bi Medîne Minewere ve were girêdan, di gelek bajar û bajarokên Sûriyeyê, Urdin û Siûdî re derbas bibe, da ku rêwîtiya hecacan a ber bi Hîcazê ve hêsantir bibe.

Di destpêka krîza Sûriyeyê de bikaranîna xetê di navbera Sûriye û Urdinê de rawestiya.

(mh/fr)