Şandeya Îmraliyê wê li nexweşxaneyê daxuyaniyê bide

Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol ên ku bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anîn, wê li nexweşxaneya ku endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder lê tê dermankirin DAXUYANIYÊ BIDE.

Şandeya Îmraliyê wê li nexweşxaneyê daxuyaniyê bide
21 nîsan, 2025   19:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Parlamentera Wanê Pervîn Buldan û yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin.

Şande piştî hevdîtinê vegeriya Stenbolê û wê saet di 19:00 de li Nexweşxaneya Florence Nightingale ya ku Sirri Sureyya Onder li beşa lênêrîna giran lê tê dermankirin daxuyaniyê bide.