Rêveberiya Xweser: Mîrateya Papa Fransîs dê îlhamê bide her kesî
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bo wefata Papa Fransîs sersaxî da û diyar kir ku "mîrata wî dê ji bo hemû kesî bibe çavkaniya îlhamê. "

Dayireya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro der barê koça dawî ya Papa Francis peyameke sersaxiyê weşand, di peyamê de wiha hate gotin:
"Bi xemgînî, em ji ber koça dawî ya Papa Francis sersaxiyên xwe pêşkêş dikin, ku yek ji navdartirîn kesayetiyên ku li ser textê papa rûniştiye û mîrateya jiyana hevbeş û hevgirtinê li ba feqîr û kêmderaman hişt. Mîrata wî ya hezkirin û aştiyê dê ji bo me hemûyan bibe çavkaniya îlhamê. "
Vatîkanê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku Papa Francis yê 88 salî ji ber nexweşiyan wefat kir.
(k)