2 ciwanên Êzîdî ku QSD'ê rizgar kiribûn radestî Mala Êzîdiyan hatin kirin
QSD'ê 2 ciwanên Êzîdî yên ku ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kiribûn, radestî Mala Êzîdiyan ya kantona Cizîrê kirin.

Mala Êzîdiyan a kantona Cizîrê 2 ciwanên Êzîdî bo navê Diyar Elî Refo û Osman Xêro Xudêda yên ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kiribûn, ji Daîreya Têkiliyan a QSD'ê ya bajarê Hesekê, wergirt
Çaverê ya herdu ciwan bi hevkariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) radestî malbatên wan werin kirin.
Herdu ciwan di êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî Şengalê de, di 2014'an de hatin revandin û piştre ji hêla çeteyên DAIŞ'ê ve li gelek deveran hatin bikaranîn.
Diyar Elî Refo di sala 2003'yan de û Osman Xêro Xudêda di sala 2006'an de ji dayik bûne.
Diyar di encama bikaranîna wî di şeran de lingê xwe û çavê xwe yê rastê ji dest daye, Osman jî destê xwe yê rastê ji dest daye. Herdu jî ji dema têkbirina DAIŞ'ê ve li Baxozê li çolistana Sûriyeyê mabûn.
(mh)