Xelkê Zorava û Ruknedîn daxwaza aşkerakirina aqûbeta zarokên xwe kir

Xelkê taxên Zorava û Ruknedîn ên Şamê bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku tavilê aqûbeta zarokên wan ên girtî aşkera bike û berde.

Xelkê Zorava û Ruknedîn daxwaza aşkerakirina aqûbeta zarokên xwe kir
7 tîrmeh, 2025   20:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên "Ewlekariya Giştî" yên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, di vê dawiyê de 20 Kurd ji niştecihên taxên Zorava û Ruknedîn ên Şamê girtin. Şêniyên her du taxan têkildarî vê mijarê daxuyaniyek da û bang li serbestberdana zarokên xwe yên girtî kirin.

Di daxuyaniyê de hemleya girtinê ya bêserûber û bê belgeyeke fermî li dijî şêniyên Kurd hat şermezarkirin û hat gotin ev kiryar nakevin xizmetî mozaîka civakî û siyasî ya Sûriyeyê, berevajî siyasetên dûrxistin û paşguhkirinê ku tevahî Sûriyeyiyan êşên wan kişandine, nemaze jî pêkhateya Kurd, zêde dikin.

Şêniyên her du taxan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku berdewamkirina van siyasetan ji hêla hin saziyên dewletê ve baweriya welatiyan bi saziyên wê têk dibe, derfetên avakirina aştiya hundirîn a rastî û hevkariya niştîmanî ya giştî lawaz dike.

Şêniyan anî ziman ku li ser wê bingehê bang li aliyên têkildar dikin tavilê aqûbeta girtiyan aşkera bikin û dest bi diyalogeke niştîmanî ya giştî bikin, rûmet û mafên tevahî Sûriyeyiyan misoger bibin. 

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Bila zimanê me Sûriyeyî be, Sûriye bi hemû xelkê xwe bi pêş bikeve, tu beşek jê neyê bidûrxistin û em bi hev re ji bo vê axa aştî û Sûriyeya dildar bixebitin."

(şx/fr)