Îsraîlê mûşeka ji aliyê Hûsiyan ve hate avêtin, bêbandor kir

Artêşa Îsraîlê mûşekek Hûsiyan a li ser Îsraîlêl bêbandor kir.

Îsraîlê mûşeka ji aliyê Hûsiyan ve hate avêtin, bêbandor kir
5 tebax, 2025   08:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê berbanga îro ragihand ku wê mûşekeke Hûsiyan a ber bi Îsraîlê ve hate avêtin asteng kir.

Artêşê der barê mijarê de ev agahî parve kirin "Piştî alarmên hişyariyê ji hin herêmên Îsraîlê lê dan, pergala parastina hewayî ya Îsraîlî mûşekek ji Yemenê hatibû avêtin, bêbandor kir."

Ji destpêka şerê li Xezayê (7 Cotmeh 2023) ve, Koma Hûsî  bi berdewamî mûşekên balîstîk ber bi Îsraîlê ve diavêje. Piraniya mûşekan hatine desteserkirin.

Hûsî li Deryaya Sor jî keştiyên bazirganiyê yên girêdayî Îsraîlê dike hedef.

(bb)