Şandeya DEM Partiyê dê sibê biçe Îmraliyê

Serlêdana ku şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Rêber Abdulah Ocalan re kiribû, hate qebûlkirin. Şande dê sibê biçe girava Îmraliyê.

Şandeya DEM Partiyê dê sibê biçe Îmraliyê
26 sibat, 2025   16:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Edaletê ya dewleta Tirk serlêdana şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) erê kir. Şande dê sibê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.

Tê payîn ku siyasetmedar Ahmet Turk jî di hevdîtinê de cih bigire.