QSD’ê nasnameyên 3 şehîdan aşkera kirin

QSD’ê nasnameyên 3 şervanên şehîd aşkera kirin û soza şopandina rêça şehîdan û pêkanîna armancên wan da.

QSD’ê nasnameyên 3 şehîdan aşkera kirin
26 sibat, 2025   16:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 şervanên şehîd aşkera kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Hêzên me îsbat kir ku karî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji tevahî êriş û gefan biparêzin. Hêzên me li tevahî eniya, bi taybet li Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê berxwedaneke dîrokî raber kir û bi saya wê berxwedanê û piştgiriya tevahî pêkhateyên herêmê me tevahî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin têkbirin û herêmê hat parastin.

Êdî her kes dizane ku şervanên me bi şev û roj li eniyan parastina herêmê ji êrişan dagirkeran dikin û cenga çarenûsî bi nivîsandina destanan dikin û zirarên mezin digihînin dagirkeran.

Di vê rêya berxwedanê de 3 şervanên me gihîştin asta şehadetê û navên wan wiha ne: Mahir/Beşar Ebduselame El Îbrahîm, Mazlûm Hemrat/Hisên Yûsif El Ferec, Bêkes Qamişlo/Welîd Ebdulbasit Elî.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û soza şopandina rêça wan û pêkanîna armancên wan didin.

Agahiyên li ser nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Mahîr

Nav û paşnav: Beşar Ebduselame El Îbrahîm

Navê dayikê: Nizhet

Nav bav: Ebduselame

Cihê jidayikbûnê: Minbic

Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê-12’ê Kanûna 2024’an

Nasnav: Mazlûm Hemrat

Nav û paşnav: Hisên Yûsif El Ferec

Navê dayikê: Fida

Nav bav: Yûsif

Cihê jidayikbûnê: Reqa

Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa-di encama krîza dil de li eniya şer şehîd bû-23’ê Sibata 2025’an

 

Nasnav: Bêkes Qamişlo

Nav û paşnav: Welîd Ebdulbasit Elî

Navê dayikê: Rojîn

Nav bav: Ebdulbasit

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê-23’ê Çileya 2025’an."

(fr)