Çalakiyên 8`ê Adarê li Dirbêsiyê bi civînekê dest pê kir

Yekemîn çalakiya ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê li bajarê Dirbêsiyê hate lidarxistin. Beşdarên çalakiyê destnîşan kir ku felsefeya "Jin, jiyan, azadî" rola jinan xurttir kiriye.

Çalakiyên 8`ê Adarê li Dirbêsiyê bi civînekê dest pê kir
Çalakiyên 8`ê Adarê li Dirbêsiyê bi civînekê dest pê kir
Çalakiyên 8`ê Adarê li Dirbêsiyê bi civînekê dest pê kir
Çalakiyên 8`ê Adarê li Dirbêsiyê bi civînekê dest pê kir
Çalakiyên 8`ê Adarê li Dirbêsiyê bi civînekê dest pê kir
26 sibat, 2025   16:00
HESEKÊ

Di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê, bi civînekê çalakiya yekemîn li dar xist.

Civîn li salona Navenda Çand û Hunerê ya bajêr, bi amadebûna bi dehan jinan, endamên saziyên sivîl, meclis û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate lidarxistin.

Di civînê ji rêveberên Kongra Star Fatima Kelaş axivî û jinên têkoşer ên ji bo bidestxistina edalet û azadiyê bedelên mezin dane, pîroz kirin.

Fatima Kelaş di axaftina xwe de diyar kir ku 8'ê Adarê roja yekbûna jinan û mezinkirina têkoşîna azadî û edaletê ye. Fatimayê destnîşan kir ku felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" ya ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye sazkirin, rola jinan a di civakên cîhanê de, bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xurttir kiriye.

Fatimayê anî ziman ku ev felsefe bûye rêbaza jinan û got jin di Şoreşa 19'ê Tîrmehê de ku di herêmê de qonaxeke sereke ya veguherînê ye, bi roleke pêşeng rabûn.

Di dawiya axaftina xwe de Fatimayê soza berdewamkirina têkoşînê li ser rêya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û rêya şehîdan heta bidestxistina azadiyê da.

(k)