Şandeya DEM Partî wê bi Wezîrê Edaletê re bicive

Şandeya Îmralî ya Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (DEM Partî) wê bi Wezîrê Edaletê ya tirkiyê re bicive.

Şandeya DEM Partî wê bi Wezîrê Edaletê re bicive
14 tîrmeh, 2025   21:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di nava vê hefteyê de dest bi serdanên partiyên siyasî bike. 

Endamên şandeyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol dê di nava hefteyê de biçin serdana CHP, MHP û Partiya Gelecekê. Şande dê di 16’ê Tîrmehê de bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî de, di 17ê Tîrmehê de bi Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel re hevdîtine bike.

Li aliyê din dê roja çarmeyê (16ê Tîrmehê) saet di 11.00an de bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike.