Şanda Îmraliyê: Rêber Abdullah Ocalan der barê pêvajoyê de bi hêvî ye

Rêber Apo di peyama xwe ya ji bo endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder de diyar kir ku Onder kevneşopiya Baba Îshak temsîl dike û got: “Ez hevî dikim ku demek berî demekê baş bibe û bi coş û bi hêz têkeve nava me.”

Şanda Îmraliyê: Rêber Abdullah Ocalan der barê pêvajoyê de bi hêvî ye
21 nîsan, 2025   20:19
NAVENDA NÛÇEYAN

 Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin serê sibê çûn Îmramliyê. Endamên şandeyê piştî hevditin kirin ji Girava Îmraliyê vegeriyan. Endamên şandeyê piştî vegeriyan li ber nexweşxaneya ku Sirri Sureyya Onder lê tê dermankirin daxuyanî da. Pervîn Bûldan peyama Rêber Abdullah Ocalan ya ji bo Sirri Sureyya Onder şand, parve kir.

Rêber Abdullah Ocalan li ser rewşa Sirri Sureyya peyam şand û got: “

Ji bo Sirri Sureyya Onder.

Ji ber nexweşiya Sirri şifayên xêrê dixwazim. Ji malbat, dostên wî û heskirinên wî re dibêjim derbasî be û şifa be. Min bi Sirri Sureya Onder re 12 sal mesayî derbas kir. Girîngiya wî ev e: Ji Semsûrê ye. Ji koka Tirkmenan e. Kevneşopiya Baba Îshak temsîl dike. Hewldana aştiya mezin teyisand civakê. Di şexsê xwe de pêşdaraza civakê şikand. Pêşdaraziyên civakê şikand. Pêşdarazî di meclîsê de şikand. Li kolanê şikand. Tişta em dibêjin aştî, genên Anadoliyê û kevneşopiya Tirkmenan mayinde kirin û xistina meriyetê ye. Onder kesayetekî wisa ye. Cewherê Tirkmeniya rast jî ev e. Nasnameya herî baş a aştiyê û nasnameya herî maş a çandê ewe ku li dijî feraseta ‘Bi israr bikim dijmin û bi vê şêwazê siyasetê bikim’ tevgerandin e.

Çanda Onder a têkoşîna li dijî neyîniyan û li gel neyîniyan meşandin gelek girîng e. Neyîniyên ku derketin holê beyî wan kûr bike ew vegerandin aliyê erênî. Kesên girêdayî wî divê hewldanên wî yên aştiyê jî têxin pratîkê. Careke din ez ji bo wî, malbata wî û heskirinên wî dibêjim derbasî be. Ez hevî dikim ku demek berî demekê baş bibe û bi coş û bi hêz têkeve nava me.”

Pervîn Bûldan da zanîn ku hevdîtina ku îro bi Rêber Abdullah Ocalan re kirine 2 saet û nîv dom kiriye û hevdîtin gelek berhemdar derbas bûye. Pervîn Bûldan diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan der barê pêvajoyê de hêviya xwe û xebatên xwe didomîne.