Rêveberê Dêra Yekitiya Mesîhî: Bila em ji berê xurtir bin

Keşîş û rêveberê Dêra Yekitiya Mesîhî ya Siwêda û Derayê bang li gelê Sûriyeyê kir ku Sûriyeyê ji hundir ve ava bikin, dest bi qonaxeke nû bikin û wekî berê û ji berê xurtir vegbibin.

Rêveberê Dêra Yekitiya Mesîhî: Bila em ji berê xurtir bin
21 nîsan, 2025   20:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Cejna Pîroz a Qiyametê yek ji cejnên girîng ên Xiristyanan e û ew li seranserî cîhanê tê pîrozkirin.

Bi vê boneyê, keşîş û rêveberê Dêra Yekitiya Mesîhî ya Siwêdayê û Derayê, Cibraîl Cak Beta ji ajansa me re axivî.

Keşîş Cebraîl got ku ev roj nîşana rabûna Îsa ji nav miriyan ne, da ku jiyanê bide mirovan. Her wiha got: "Em jî bawer in ku em dikarin ji nû ve rabin û bi wijdanên xwe Sûriyeyê ji hundir ve ava bikin. "

Keşîş Cebraîl bang li gelê Sûriyeyê kir ku dest bi qonaxa avakirinê bikin û wekî berê û ji berê xurtir bin.

(mh)