Şam projeyek 5 sal e pêk hatiye propagandaya destpêkirina wê dike

Ragihandinên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyê dest bi propagandaya projeya enerjiyê ya El Cibsê ya gundewarê Hesekê kir ku niha di pêkanînê de ye, lê ev proje di sala 2020ˊan de ji hêla Rêveberiya Xweser ve hate bidawîkirin û kete xizmetê.

Şam projeyek 5 sal e pêk hatiye propagandaya destpêkirina wê dike
Şam projeyek 5 sal e pêk hatiye propagandaya destpêkirina wê dike
Şam projeyek 5 sal e pêk hatiye propagandaya destpêkirina wê dike
Şam projeyek 5 sal e pêk hatiye propagandaya destpêkirina wê dike
Şam projeyek 5 sal e pêk hatiye propagandaya destpêkirina wê dike
Şam projeyek 5 sal e pêk hatiye propagandaya destpêkirina wê dike
2 sibat, 2026   07:40
HESEKÊ

Di demekê de ku projeya enerjiyê ya El Cibsê ya bajarê Hesekê di 2020ˊan de bi dawî bû û ket xizmetê, ragihandinên hikumeta demkî ya Sûriyeyê propaganda kir ku saziyên hikumetê dest bi avakirina projeya enerjiyê ya El Cibês kir û got ew ê bikeve xizmetî şêniyan.

Ev daxuyanî hemwextî ragihandina hikumeta demkî ya beriya du rojan ku tîmeke pîşeyî ya Wezareta Eneriyê serdana tûrbînên El Cibsê kir û hat gotin wê sererast bike û pêxe, hatin kirin.

Di 1ˊê Çileya 2020ˊan de Desteya Eneriyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê ragihandibû ku projeya enerjiya El Cibsê ya gundewarê Hesekê, ku projeya dayîna kehrebê bi rêya tûrbînên gazê yên li herêma El Cibsê bi lêçûna 60 milyon dolar û bi kapasîteyên xwecihî ev proje daye destpêkirin.

Ev proje mezintirîn proje li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû pêkanîn, kehrebe dida başûrê Hesekê heta bi bajarokê Mergedeyê.

Enerjiya hilberînê ya stasyonê 30 megawat e, li ser 3 tûrbînan her yek bi 10 megawatan dixebite. Bi transformên sereke ve girêdayî ye, ji wan jî diçe stasyona sereke ya Şedadê û Mezre(Mezret Hol), da ku kehrebê bi rêya xetan li malan belav bike.

Desteyê di 4ˊê Tîrmeha 2020ˊan de dest bi dayîna kehrebê ji bo bajarê Şedadê û gundewarê wê kir. Kehrebe li ser tûrbînekê bi hêza 6 megawatan dihat dayîn.

Rêveberiya Xweser torên kehrebê yên 3 gundên başûrê Şedadê ku ji ber şeran ji xizmetê derketibû; keşkeş, Celal û Xere sererast kirin.

Tûrbîn û transforman kehrebe dida zêdetirî 500 gundên Şedadê, Hol, Mergedê. Ji Erîşa, Mergeh û Deşîşe heta bi sînorê Iraqê tevahî bi kehrebe dibû.

Li lînkên jêr hejmarek raporên berê ANHAˊyê li ser projeya enerjiyê ya El Cibsê çêkirine, li kêleka wê jî wêne û dîmenên belgekirî yên qonaxên bidawîkirin, pêxistin û ketina xizmetê, hene.

/ar/159402384036170

/ar/163211940055824

/ar/164924526064158

(fr)

ANHA