Li Hemayê 9 dozger û 30 karmend ji kar hatine derxistin

Li Hemayê gel daxwaz dike biryara derxistina dozger û karmendên saziyên dadê ji xebatê, zelal bibe.

Li Hemayê 9 dozger û 30 karmend ji kar hatine derxistin
2 sibat, 2026   05:05
HEMA

Li Hemayê rewşa dad û hiqûqî di rojevê de ye, saziyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê têkildarî dadê biryarên ne zelal dan û vê yekê ji aliyê qanûnî û hiqûqî ve tirs bi gel re çêkiriye.

Saziyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê biryar derxistine ku xebatên parêzeran ê şopandina dozan sînordar bikin.

Biryara sînordarkirina xebata parêzeran li ser perspektîfên Yekitiya Esnafên Pîşeyî hatiye girtin. Buroya Parêzeran ev biryar qebûlnekirin û destnîşan kirin ku di vê biryarê de rolê parêzaran ê hiqûqî û mafên wan ên nûnertiya qanûn hatiye paşguh kirin.

Parêzer û pisporan diyar kirin ku ev biryar dibe ku bibe sedema rêveberî felc bibe, welatiyan aliyê madî de tengav bike û bandorên neyinî li ser edaletê bike.

Her wiha dadgeha Hemayê 9 dozger û 30 karmendên dadê ji xebatê derxistin. Lê bele di daxuyaniya fermî de ev biryar bi ziravî nehatine eşkere kirin û sedema van biryaran nehatiye gotin.

Çavdêran anîn ziman ku eger ev biyar têne girtin û sedema wan ên qanûnî nayê gotin tê wateya li Hemayê rewşa dadê û rêveçuyîna wê ne zelal e. Ev yek wê bibe sedema êdî welatî nema bawerî bidin saziyên dadê. Li beramberî vê rewşê li Hemayê gel dixwaze rewş zelal bibe û mafên wan ên qanûnî garantî bibin.

ANHA