Li tevahî welatên Ewropa û cîhanî ji bo Rojava çalakiyên girseyî hatin lidarxistin

Li tevahî welatên Ewropa û Cîhanê bi wesîleya Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê Kurdistanî û dostên wan çalakî û meşên girseyî li dar xist.

Li tevahî welatên Ewropa û cîhanî ji bo Rojava çalakiyên girseyî hatin lidarxistin
1 sibat, 2026   23:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li seranserî cîhanê Kurdistanî û dostên wan bi boneya Rojava Piştevaniya Rojava ya Cîhanê meş û çalakiyên girseyî li dar xistin.

QIBRIS

Kurdistanî û dostên wan ên ku li kolana herî qelebalix ê Lîmasolê li hev kom bûn, bi mitîngekî piştevanî dan gelê Rojava.

Mitîng bi sirûda “Ey Raqîp” ji bo bîranîna şehîdên Rojava bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Girseyê gelek caran dirûşmeyên “Terorîst Erdogan”, “Terorîst Colanî”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek e yek e gelê Kurd yek e” berz kir.

Piştî xwendina daxuyaniya li ser navê PYD’ê ya Qibrisê bi zimanê Ingilîzî, Nûneêr PYD’ê Yasîn Tarbuş axivî û destnîşan kir ku divê gel li hemberî rêbazên şerê taybet hişyar be.

GRONINGEN

Li bajarê Groningen ê Hollandayê, ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Arnhem û Komuna Groningenê, li dijî êrîşên li ser Rojava çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn.

Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di axaftinan de îşaret bi komkujiyên li Rojava têne kirin, hat kirin û hate destnîşankirin ku statuya Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû mirovahiyê xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Her wiha hate diyarkirin ku divê Ewropa bêdeng nemîne û îşaret bi neçariya têkoşîna hevpar û navneteweyî ya li dijî êrîşan hate kirin. Di çarçoveya çalakiyê de danezanên bi Hollandî û Îngilîzî hatin xwendin.

Li aliyê din, ji aliyê ciwanên Arnhemê ve bi armanca mezinkirina piştevaniya bi gelê Rojava re, bernameyeke ya taştê hate lidarxistin. Bername eleqeyekî mezin dît û ji bo gelê Rojava bi rêya Heyva Sor a Kurdistan bexş hate komkirin.

LORİENTÊ

Kurdistanî û dostên wan ên li Lorientê daketin qadan, diyarkirin ku gelê Kurd di tevahiya dîrokê de serî li hemberî înkar, komkujî û komployan netewandiye û destnîşankirin ku ew ê ji bo Rojava qadan neterikînin.

Girseya ku ji vir tevî dirûşme û sirûdan dest bi meşê kirin, gihîştin qada mitîngê ya li Qada Şaredariya Lorientê. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên, Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Yekîtiya Gelê Kurd”, “Rojava Rojhilat e, Kurdîstan yek welat e”, “Bijî YPG”, “Bijî YPJ” ve “Şehîd namirin”, “Rojava ne bi tenê ye”, “Gelê Kurd wê teslîm nebe” û “Li dijî komkujiyan berxwedan” hatin berzkirin.

Di qada mitîngê de ji bo kesên ku li Rojava jiyana xwe ji dest dane, deqîqeyek rêz hate girtin. Piştre axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku gelê Kurd di tevahiya dîrokê de rastî polîtîkayên înkar, îmha û komkujiyê hatine. Axaftvanan diyarkirin ku êrîşên li ser Rojava berdewamiya van polîtikayan e.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku gelê Kurd tu car serî li polîtîkayên înkar û komkujiyê netewandiye. Her wiha hate diyarkirin ku gelê Kurd xak û azadiya xwe ne bi pere, lê ji 7’ê heta 70’ê salî bi ruhê seferberiyê diparêze.

VِALAIS/WALLIS

Li bajarê Sion ê kantona Valais/Wallis a Swîsreyê, bi armanca piştevaniya bi Rojava re çalakî hate lidarxistin.

Di çalakiyê de Nesimî Guzel bi zimanê Kurdî axivî û bal kişand ser perspektîfa azadî û jiyana hevpar ku gelê Kurd zêdeyî pêncî sal in parastina wê dikin.

Guzel, bilêv kir ku Kurd tu car hêza xwe bi armanca êrîşê bi kar neanîne û diyar kir ku bi vê têgihiştinê re li çar parçeyên Kurdistanê bi hêza xwe ya cewherî vê berxwedanê dimeşînin.

Her wiha hate diyarkirin ku gelê Kurd li dijî êrîşên berfireh ên ji bo tasfiyekirina modela jiyanê ya Kurdan li Rojava ava kirine, ji Rojhilat heta Bakur, ji Başûr heta Rojava tevî dostên xwe di nava berxwedan û seferberiyeke mezin de ne.

Di çalakiyê de bang li saziyên navneteweyî hat kirin. Girseyê daxwazên ewlehiya navneteweyî ya ji bo hebûna gelê Kurd, berpirsyariya çalak a NY’ê û avakirina hêza çavdêriyê ya ji bo şopandina pêkanîna peymanê, anîn ser ziman.

HAMBURG-KOLN

Di çarçoveya çalakiyên ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kolnê ve hatin organîzekirin de, Kurdistanî û dostên wan li pêşiya stasyona trenê ya navendî ya Kolnê kom bûn û daxuyaniyeke çapemeniyê û meşeke girseyî li dar xistin.

Hevseroka KCKD-E’yê Zubeyde Zumrut, hunermendên TEV-DEM’ê û endamên Koma Amedê jî beşdarî çalakiyê bûn. Girseya ku alên YPG û YPJ’ê hildabûn, di tevahiya meşê de dirûşmên bi Kurdî berz kirin. Hunermendan jî bi stranên berxwedanê piştgirî dan çalakiyê.

Piştî daxuyaniyê, girse bi pankarta “Ji Rojava re statû” ya ku wêneyên fermandarê berxwedana Taxa Şêxmeqsûd Ziyad Heleb û şervanên pê re şehîd bûne li ser bû, dest bi meşê kirin. Meş li Heumarktê bi dawî bû.

NICE Û BORDEAUXÊ

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Nice yê Fransayê, bi armanca protestokirina êrîşên HTŞ û DAIŞ’ê yên li ser Rojava meşiiyan. Çalakî li pêşiya stasyona sereke ya Nicê destpê kir û li Qada Massena bi dawî bû. Girseyê ku li qadê kom bû, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz girt.

Nûnerên komaleyên Ermenî, Partiya Sosyalîst a Fransî û Meclîsa Gel a Kurd mafê axaftinê girtin û îşaret bi têkoşîna hevpar kirin. Beşdaran dirûşmeyên, “Kujer Erdogan, kujer Colanî”, “Kurdistan Yek e”, “Bijî berxwedana YPG”, “Bijî YPG” berzkirin û banga piştevaniyê ji bo gelê Rojava kirin. 

BORDEAUX

Li Bordeauxê jî bi hezaran Kurdistanî li dijî êrîşên li ser Rojava li Qada  Place de la Bourse kom bûn û heta Qada Liberte meşiyan.

Girseyê gelek caran dirûşmeyên, “Bijî Rojava”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Defend Rojava” û “Bijî Kurdistan” berzkirin. Di çalakiyê de alên YPG, YPJ û Kurdistanê hatin hilgirtin. Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir.

Di axaftinên çalakiyê de îşaret bi êrîşên li ser Rojava hate kirin û îşaret bi berdewamkirina piştevaniyê hat kirin.

LONDON

Bi hezaran Kurdistanî li ber Stasyona Marble Archê ya Londonê bi dirûşmên "Dawî li şerê li dijî Kurdan bînin" û "Defend Rojava" li hev civiyan. Tevî barana zêde jî, Kurdistaniyan bi ciwan, pîr, karker û esnafên xwe ve careke din bi dirûşma “Bijî Berxwedana Rojava” qad dagirtin.

Çalakî bi beşdariya ciwanên ku cil û bergên YPG’ê û jinên ku kincên neteweyî li xwe kiribûn dest pê kir. Di destpêkê de, bi sirûda Ey Reqîb ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz hate girtin.