Salvegera Kongra Star li Silêmaniyê hat pîrozkirin

19’emîn salvegera damezrandina Kongra Star li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hat pîrozkirin.

Salvegera Kongra Star li Silêmaniyê hat pîrozkirin
15 ÇILE, 2024   21:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Salona Mîlano ya bajarê Silêmaniyê 19’emîn salvegera damezrandina Kongra Star bi beşdariya gelek jinan, rêxistinên jinan û endamên Tevgera Azadî bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bi coş hate pîrozkirin.

Ahenga pîrozkirina 19’emîn salvegera damezrandina Kongra Star bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên Tevgera Azadiya Gelê Kurd destpê kir.

Paşê axaftina li ser navê Kongra Star ji aliyê Roze Hesen ve hat kirin, bixêrhatina beşdarên ahenge kir û wiha got; "Em serê xwe li ber şehîd Rihan û hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ditewînin û soza şopandina rêya wan didin. Ji dema ku me weke jin li Rojavayê Kurdistanê dest bi rêxistinbûnê kiriye heta niha şer bênavber didome. Ji ber vê yekê em ne tenê salvegera xwe bicoş pîroz dikin, di heman demê de li hemberî dijmin jî li ber xwe didin."

Di dewamê de Roze Hesen diyar kir ku jinan li her qadê pêşengtî kir û têkoşîna xwe di hemû qadan de pêş xistin û wiha pêde çû; "Kongra Star di qadên civakî, siyasî û hwd. de têkoşîna xwe berdewam kir û di şer de me navê Şoreşa Rojava kir Şoreşa Jinê. Vê yekê bandoreke mezin li avakirina sîstema xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir."

Di çalakiya pîrozbahiyê de sînevîzyona li ser kar, xebat û têkoşîna Kongra Star ya sala 2023’an hate nîşandan. Piştre bi rêya sînevîzyonê peyama Berdevka Kongra Star Şîraz Hemo hate xwendin û wiha hate gotin; "Têkoşîna me ya sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya jinê ye. Kongra Star ji bilî Rojava, li Başûrê Kurdistanê û gelek welatên din bi fikir û felsefeya Rêber Apo têkoşîn û çalakiyên xwe dimeşîne."

Piştre xelata Kongra Star ji aliyê Roze Hesen ve ji ber hewlên wê yên ji bo azadiya jinê û alîkariyên wê yên li Başûrê Kurdistanê ji Kongra Star re, pêşkeşî Sekretera Yekîtiya Jinan Kafiye Silêman hate kirin.

 Piştî dayîna xelat, peyama pîrozbahiyê ya Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK) ji aliyê Şeyma Nebîl ve hate pêşkeşkirin. Her wiha çendîn peyamên pîrozbahiyê yên rêxistinên jinan û aliyên siyasî ku ji Kongra Star re hatibûn şandin, hatin xwendin.

Xelata rêzgirtinê ya Akademiya Jineolojî û RJAK’ê pêşkeşî Nûnertiya Kongra Star ya Başûrê Kurdistanê hate kirin.

Di dawiya şahiyê de Koma Govendê ya Zarokan û Koma Govendê ya Ciwanên Rojava ve derketin ser dikê û çendîn cûrên govendan gerandin. Şahiya pîrozbahiya 19’emîn salvegera Kongra Star bi gerandina govenda azadiyê bidawî bû.