Endamekî Malbenda Heleb a Rewşenbîrî: Dorpêç vîna gel naşikîne

Endamekî Malbenda Heleb a Rewşenbîrî diyar kir ku dorpêça hikumeta Şamê li ser xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz kiriye vîna gel naşkîne.

Endamekî Malbenda Heleb a Rewşenbîrî: Dorpêç vîna gel naşikîne
16 ÇILE, 2024   07:41
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Têkildarî dorpêça ku hikumeta Şamê li ser Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kiriyem endamê Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Mihemed Hisên ji ajansa me re axivî. 

Mihemed Hisên diyar kir ku gelê Sûriyeyê ji ber cezayê Qanûna Qeyser ku di bingeh de li ser hikumeta Şamê ye gelek zirar dîtin.  Hisên anî ziman ku dorpêçeke ji derve û yek ji aliyê hikumeta Şamê ve li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê heye.

Hisên anî ziman ku hikumeta Şamê berpirsê êşên niştecihên her du taxan e ku ji ber nebûna derman û hêmanên jiyanê dikişîn û wiha domand: "Mîna ku em ne parçeyekî ji Sûriyeyê ne û biyanî ne. Hikumeta Şamê bi zanabûna krîzan kûrtir dike û êşên xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê mezintir dike."

ˊDORPÊÇ ME NAŞKÎNE

Mihemd Hisên bal kişand ser bêdengiya hikumeta Şamê ya li hemberî êrişên li ser Sûriyeyê û got: "Hikumeta Şamê ji dorpêçkirina gel re vala ye, lê ji sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê re paşguh dike."

Endamekî Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Mihemed Hisên di dawiyê de diyar kir ku gel li hember êrişên hovane disekine û serî ji siyasetên mîna dorpêçê re natewîne û wiha got: "Dorpêç şerekî derûnî û lojistî ye, armanca wê şikandina vîna gel e. Lê yên ku jiyana xwe di oxira berxwedanê de derbas kiriye bi hêsanî radest nabe."

(fr)

ANHA