Salvegera 6`emîn a rizgarkirina Baxozê.. têkoşîna nûavakirinê berdewam e

Piştî ku bajarokê Baxozê ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, bi hevkariya di navbera şêniyên herêmê û Rêveberiya Xweser de pêvajoyeke bilez ya jinûve avakirinê li bajarok hat destpêkirin.

Salvegera 6`emîn a rizgarkirina Baxozê.. têkoşîna nûavakirinê berdewam e
Salvegera 6`emîn a rizgarkirina Baxozê.. têkoşîna nûavakirinê berdewam e
Salvegera 6`emîn a rizgarkirina Baxozê.. têkoşîna nûavakirinê berdewam e
Salvegera 6`emîn a rizgarkirina Baxozê.. têkoşîna nûavakirinê berdewam e
Salvegera 6`emîn a rizgarkirina Baxozê.. têkoşîna nûavakirinê berdewam e
Salvegera 6`emîn a rizgarkirina Baxozê.. têkoşîna nûavakirinê berdewam e
Salvegera 6`emîn a rizgarkirina Baxozê.. têkoşîna nûavakirinê berdewam e
Salvegera 6`emîn a rizgarkirina Baxozê.. têkoşîna nûavakirinê berdewam e
Salvegera 6`emîn a rizgarkirina Baxozê.. têkoşîna nûavakirinê berdewam e
24 adar, 2025   02:35
DÊREZORÊ
FATMA EL EBID

Bajarokê Baxozê, li gundewarê rojhilatê kantona Dêrezorê, yek ji bajarokên ku herî zêde ji dagîrkirina DAIŞê ziyan dîtibû, berî ku di 23ê Adara 2019an de ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hevpeymaniya Navdewletî ve were rizgarkirin.

Baxoz asêgeha herî dawî ya DAIŞê li Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê bû ku li wir yek ji mezintirîn operasyonên leşkerî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî DAIŞ`ê li wir pêk hat.

JI NÛ VE AVAKIRIN Û VEGERANDINA JIYANÊ

Şeş sal li ser rizgarkirina Baxozê derbas bûn, di nava 6 salan de  pêşketineke berçav di nûavakirinê de pêk hat, ku piraniya şêniyan vegeriyane malên xwe.

Bajarok xaleke sereke bû di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de, û ji sala 2017'an ve bû asêgeha hejmara herî mezin a çeteyan û malbatên wan. Şerên dijwar wêraniyeke mezi li jêrxaneyan û avahiyên sivîl kir.

Lê di demeke kurt de, şêniyan û Rêveberiya Xweser dest bi ji nû ve avakirinê kirin. Hevserokê şaredariya gel li Baxozê, Mihemed Tuima, got, "Piştî rizgarkirinê, me dest bi pêkanîna gelek projeyên binesaziyê kir, wek avakirina stasyonên avê û sererastkirina hin rêyan, lê dîsa jî pêdiviya me bi piştevaniyeke zêdetir heye. "

Her wiha got, "Hijmara şêniyan li Baxozê roj bi roj zêde dibe, bi taybetî piştî vegera koçberên li kampan. Ji ber vê yekê, pêdiviyên lezgîn hene, wek vekirina firnan û çêkirina rêyan. "

Tuima tekez kir ku pêdiviya Baxozê bi hewlên zêdetir heye ji bo nûavakirina binesaziyê, ku ji sedî 90 wêran bûye. Tuima der barê mijarê got:"Me rewşa binesaziyê ji sedî 40-50 baştir bûye, lê pêdiviya me bi piştevaniyeke zêdetir heye, hem ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrezorê û hem jî ji rêxistinên mirovî, ji bo başkirina rewşa giştî. "

BINESAZÎ Û XIZMETGUZARÎ

Li bajarokê Baxozê niha du stasyonên avê hene ku xizmeta 30,000 kesan dike, ango nêzîkî ji sed' 70 ji nifûsa wê ku 45,000 e. Ev stasyon bi saya xebatên şêniyan û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrezorê di nava 5 salan de hatin avakirin.

REWŞA ÇANDINIYÊ LI BAXOZÊ

Baxoz bi çandina darên xurmeyan û berhemên demsalî navdar e, ku ji sedî 80 nifûsa wê bi hilberîna çandiniyê debara xwqe dikin. Rûbera giştî ya zeviyên çandiniyê yên ku niha li bajarok tê çandin 3,000 hektar e, bi rêya pompeya avê ya Baxozê tê avadan, ku di destpêka sala 2025an de hat sererastkirin, her wiha projeyên taybet jî ene ku avê ji çemê Firatê bi motorên mazotê dikişînin.

Pirsgirêkên jinûveavakirinê

Ji ber bermahiyên wêraniyê ku bajêr bûye, Şêniyên Baxozê ji bo jinûveavakirinê rastî zehmetiyan tên, ta nih 45,000 metrekup bermahî hatine rakirin, herwiha gorên komî hene ku bi awayekî bêserûber di nav malan de û li hin zeviyên çandiniyê hatine kolan. Meclîsa Gel a Baxozê, bi alîkariya tîmên pispor, zêdetirî 470 cenaze ji zeviyên çandiniyê, rê û malan derxistine, lê dîse jî gorên komî pirsgirêkeke mezin li pêşiya çandiniyê.

XEBATÊN MECLÎSA GEL

Hevseroka Meclisa Gel a Baxozê Lînda El Hibo got: "Şeş salan piştî rizgarkirinê, Meclisa xwecihî bi hevkariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrezorê karî rewşa bajarok bişopîne û alîkariyên pêwîst pêşkêşî şêniyên bajêr bike. "

Her wiha anî ziman ku Meclisa Baxozê, berpirsê birêvebirina bajarok û gundewarên wê ye û ji 19 komînan pêk tê.

 Lînda wiha berdewam kir, "Em projeyên aborî ji bo piştgirîkirina kesên ku ji kampa Holê û Lubnanê vedigerin peyda dikin, ji wan re paketên xwarinê, av, nan, gaz, û mazota germkirinê, ji wan re peyda dikin. Her wiha ji bo  jinavbirina ramanên tundrew jî dixebitin. "

Her wiha destnîşan kir ku Meclis dem bi dem rewşa şêniyan dişopîne û pêdiviyên wan dinirxîne, her wiha bernameyên piştgiriya derûnî yên salane pêşkêş dike ku karibi tevlî civak xwecihî bibin.

PERWERDE

Li Baxozê 14 dibistan hene, hinek ji wan bi temamî hilweşiyane. 7 dibistan bi însiyatîfa civakê bi hevkariya Şaredariya Gel û rêxistinên herêmî hatin sererastkirin. Piştî ku hejmara xwendekaran zêde bû, 5 xanî kirin dibistanên demkî û hejmara xwendekaran li bajêr giha 3700 xwendekaran.

HEWLDANÊN EWLEHÎ Û ARAMIYÊ

Piştî ku bajarok hate rizgarkirin, şênî rastî hin zehmetiyên ewlehiyê hatin. Lê belê bi saya hevgirtin û tevlîbûna wan di nava hêzên ewlekariyê de, wan karîn vê astengiyê derbas bikin û ewlekarî û aramiya li herêmê pêk bînin, li gorî yek ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarê rojhilatê Dêrezorê Mîirac El Elwan.

El Elwan derbarê rewşa ewlehiyê de got, "Armanca me parastina xelkê Baxozê ye, ku asêgeha dawî ya DAIŞê bû. Îro piştî şeş salan ji rizgarkirina bajêr, em dikarin tekez bikin ku bajar ewle û aram e, û emê berdewam bin ji bo parastina ewlehî û aramiya şêniyan û vegerandina wan bo malên wan, ji ber ku ev erk û armanca me ya sereke ye. "

El-Elwan di dawiya axaftina xwe de şehîdên vê xakê rizgar kirin bi bîr anî û got, "Em soz didin ku em ê li ser şopa wan berdewam bin û gelên herêmê bi hemû derfetên xwe biparêzin."

HEVGIRTINA ÊLAN

Rûspiyê êla El Merasma Dîb Xelîf Daûd bal kişand ser hevgirtina êl û eşîrên Baxozê ku ji 7 eşîran pêk tên û wiha got: "Vê hevgirtinê têkiliyeke xurt di navbera malbatan de ava kir. Ev hevkarî berdewam dike û têkiliyên wan xurt dike. "

Daûd her wiha got, "Piştî koçberbûna ku ji  aliyê DAIŞê ve hate kirin, şênî vegeriyan, û bi hevkariya rûspiyên êlan û şêxên eşîran û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk,  me hewl da pirsgirêkên wan çareser bikin hem di hêla xizmetguzarî û hem jî di hêla nûavakirinê de. Tevî heû pirsgirêkan jî, şênî hest dikin ku rewş aram e. "

(k)

ANHA