Salvegera 10'emîn a damezirandina Hêzên Parastina Jinan ên Bêt Nehrên hat pîrozkirin

Hêzên Parastina Jinan ên Bêt Nehrên salvegera 10'emîn a damezirandina xwe pîroz kir û soza misogerkirina pêşerojeke bi edalet û rûmet dubare kir.

30 tebax, 2025   22:58
QAMIŞLO

Hêzên Parastina Jinan ên Bêt Nehrên (HSNB) salvegera 10'emîn a damezirandina xwe bi şahiyekê li yarîgeha Paradays a bajarê Qamişlo pîroz kir.

Di şahiyê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Ewlelariya Hundirîn, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), rêxistinên jinan û yên olî, partiyên siyasî, kesayetên civakî û şêniyên bajêr amade bûn.

Nûnera Hêzên Parastina Jinan ên Bêt Nehrên Elhoro Nûr di şahiyê de axivî û got: "Şerê me ne tenê li dijî dijmin bû, her wiha ew li dijî paşguhkirin û qeydên li ser jinan bû. Îro jî piştî 10 salan em serbilindî dibêjin ku çek cudahiyê naxe navbera zayendan û lehengî jî nayê standin, lê belê ew di cengan de tê afirandin."

Elhoro Nûr diyar kir ku jinan ji bo parastina xak û nasnameyê bûn pêşeng û xwedî li berpirsiyariya xwe ya civakî derketin û got: "Em di rizgarkirina herêmê ji rêxistinên terorî de beşdar bûn. Ji Şedadê heta Holê û ji Reqayê heta deverên dîtir."

Berpirsa Daîreya Parastina Milkan a Qebrî Heyûrî, Şeza Xerîbe şehîd bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan dubare kir.

Berpirsa Yekitiya Jinan a Suryanî ya Sûriyeyê Corcêt Bersomo jî lehengiya jinên şervan û îradeya wan silav kir.

Fermandara YPJ'ê Viyan Adar têkoşîn û fedakariya jinên Bêt Nehrên silav kir û diyar kir ku wan îradeya jinên azad nîşan da û got: "Bi sekna jinên berxwedêr ên Suryan, Ermen, Kurd, Ereb û Aşûr Sûriyeya nû ava dibe; Sûriyeya demokratîk a pirreng."

Hevseroka Desteya Jinan a kantona Cizîrê Rohat Xelîl şehîd bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan û pêkanîna pêşerojeke bi edalet û rûmet da.

Di dawiya şahiyê de sînevîzyonek li ser xebat û têkoşîna hêzan hat pêşandan.

Hêzên Parastina Jinan ên Bêt Nehrên di 30'ê Tebaxa 2015'an de li bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê wekî baskê leşkerî yê tevgera siyasî ya Suryanî, di bin siya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de hat avakirin û tê de jinên Suryan ên ji kantonê cih girt.

(mh)

ANHA