Konferansa Ciwanan li Ewropayê pêk hat; armanceke wan piştgiriya Rêveberiya Xweser e

Konferansa Niştimanî ya Ciwanên Rojavayê Kurdistanê li Ewropayê hate lidarxistin, piştî komxebatên plankirina projeyên cur be cur ji bo Rojava û gotûbêjkirina hin xalan bi encamnameyekê bi dawî bû. Piştgiriya Rêveberiya Xweser û parastina yekrêziya Kurdî wekî armanca xebatê hatin nîşandan.

Konferansa Ciwanan li Ewropayê pêk hat; armanceke wan piştgiriya Rêveberiya Xweser e
Konferansa Ciwanan li Ewropayê pêk hat; armanceke wan piştgiriya Rêveberiya Xweser e
Konferansa Ciwanan li Ewropayê pêk hat; armanceke wan piştgiriya Rêveberiya Xweser e
Konferansa Ciwanan li Ewropayê pêk hat; armanceke wan piştgiriya Rêveberiya Xweser e
Konferansa Ciwanan li Ewropayê pêk hat; armanceke wan piştgiriya Rêveberiya Xweser e
30 tebax, 2025   23:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li bajarê Gelsenkirchen ê Almanyayê bi beşdariya 130 ciwanên li bajarên Almanya Danmark, Belçîka, Holenda, Fransa, Awisturya, Birîtaniya, Siwêd û Kenedayê Konferansa Niştimanî ya Ciwanên Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin.

Li konferansê nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, komele, însiyatîf, rewşenbîr, akademîsyen, xwendekar û oldar amade bûn. Li kêlek axaftinên mêvanan, li konferansê bi rêya dîmen peyama Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî hat pêşandan.

Piştî pêkanîna komxebatên ciwanên ên têkildarî plankirina projeyan ji bo Rojavayê Kurdistanê, nîqaşên têkildarî xalên “Çawa ew ê karibin yekitiya Kurdan biparêzin (Encama Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê)” û “Dema ku êriş li dijî Rojavayê Kurdistanê çê bibe, em ê weke ciwan ji bo Rojava çi bikin” hatin kirin.

Paşê konferans bi encamnameyekê bi dawî bû, li gorî agahiyên ku me ji Komîteya Amadekar a Konferansa Niştimanî ya Ciwanên Rojavayê Kurdistanê girtine, encamnameya konferansê wiha ye:

1- Pêşxistina projeyên hevbeş, rêxistinkirin û rêvebirina enerjiya ciwanan li Ewropayê û aktîvkirina danûstandinan di navbera wan û saziyên Rêveberiya Xweser li Rojava, civaka sivîl û komên ciwanan de.

2- Bi hemû rêbazên gengaz parastina yekitiya Kurdan.

3- Piştgiriya encamên Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê.

4- Piştgiriya projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk û ji bo pêşxistina wê, pêkanîna xebatan.

Konferans ji aliyê Însiyatîfa Vejînê ya ku ji 2020'an ve ji hêla kesayetên Kurd ji Kurdistanê û derveyî welat hatiye avakirin, hate lidarxistin.

(sb)