Washington: Hin lîderên Ewrûpî rê li ber çareseriya şerê li Ukraynayê digirin

Berpirsên Koşka Spî diyar kirin ku hin fermandarên Ewropî bi eşkere piştgirî didin hewldanên serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo bidawîanîna şerê li Ukraynayê, lê bi dizî van hewldanan asteng dikin. Her wiha destnîşan kirin ku mafê Ewropiyan tune ku şerê li Ukraynayê dirêj bikin.

Washington: Hin lîderên Ewrûpî rê li ber çareseriya şerê li Ukraynayê digirin
30 tebax, 2025   21:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Axios berpirsên Koşka Spî ragihandin ku hin lîderên Ewropî bi eşkereyî piştgirî didin hewldanên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Donald Trump ji bo bidawîanîna şerê li Ukraynayê lê bi dizî rê li ber van hewldanan digirin.

Malperê ji zimanê berpirsekî Koşka Spî eşkere kir ku mafê Ewropiyan nîne ku şerê li Ukraynayê bi danîna hêviyên ne maqûl dirêj bikin û ger Ewropa bixwaze şerê Ukrayna-Rûsyayê gurtir bike, ev karê wê ye.

Axios destnîşan kir ku welatên Ewropayê dixwazin ku Washington hemû lêçûnên şerê Rûsya-Ukraynayê, hilgire ser xwe.

Her wiha Malperê ji zimanê berpirsekî din piştrast kir ku Trump difikire heta ku her du alî nermbûnek têr nîşan nedin da ku bigihîjin rêkeftinekê, hewlên xwe yên ji bo bidawîkirina şerê Ukrayna-Rûsyayê rawestîne. Di vê derbarê de rayedarekî Ewropî ji Axios re li ser rexneyên Amerîkayê matmayî ma ku  da zanîn ku Ewropa niha li ser sepandina komek cezayên nû li ser Rûsyayê dixebite.

(ac)

ANHA