Salekê piştî rizgarkirinê bajarê El Sebxa

Piştî ku QSD'ê bajarê Sebxa ji hêzên rejîma Baas rizgar kir, êdî rewşa bajêr bi pêş ket û cihê xwe wek bajarê herî kevn ê kantona Reqayê girt, nexasim ku bajar navendeke girîng a çandinî û bazirganiyê ye.

1 ÇILE, 2026   05:50
REQA
ENES MIHEMED

Bajarê Sebxa li ser rêya giştî ya Reqa-Dêrazorê ye. Bajar nêzî 35 kîlometre li rojhilatê bajarê Reqayê dikeve û di destpêka Kanûna 2024'an de ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve ji rejîma Baasê hat rizgarkirin.

Bajarê Sebxa ji kevntirîn bajarên kantona Reqayê ye û xwedî cihekî bazirganî yê stratejîk ê dîrokî ye û bi çandinî, sewalvanî û nêçîra masiyan navdar e.

Gelek bajarok û gund girêdayî Sebxayê ne; Şirîde Xerbiye, Şirîde Şerqiye, Mezreya Firat, Mezreya Selahedîn, Rehbî, bajarokê Zor Şumer, gundê Xanim El Elî û Gernata.

DEMOGRAFÎ Û EŞÎR

Serjimara bajarê Sebxa û gundên derdorê nêzî 65 hezar e, niştecihên wan jî ji eşîrên Sebxa, Bomanêi, Cemase, Boşemis, Bodebiş, Birêc ên Evadile ne. Her wiha malbatên Dêrî û Sexî û Ermen, Çerkes û Helebî jî di sedsala borî de lê bi cih bûn.

Bi piranî şêniyên bajar û gundên wê xwe dispêrin çandinî û bazirganiyê.

BÛYER Û DESTHILATDARÎ

Bi şoreşa Sûriyeyê ya 2011'an re bajar di gelek qonaxan re derbas bû. Di 2013'an de "Artêşa Azad" bajar kontrol kir. Di nîvê sala 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê re kontrol kir û qanûnên xwe yên hişk lê meşandin. Di 2017'an de jî rejîma Baasê bajar kontrol kir.

Di 8'ê Kanûna 2024'an de jî QSD'ê bajar rizgar kir û bajar derbasî qonaxeke nû ya dîroka xwe ya nûjen bû.

REWŞA HEYÎ Û RÊVEBERIYA XWESER

Ji dema rizgarkirina bajêr ve Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hewl dide bajêr û gundewarê wî ji nû ve rêxistin bike û xizmetên sereke wekî yên av, kehrebe, kanalîzasyon û dibistanan peyda bike.

Meclisa Rêveber a kantonê di nîva vê salê de dest bi serjimariyê kir, encamên serjimariyê 11 hezar malbat bû.

Desteya Enerjî û Peywendiyan a kantonê jî 14 trasporterên kehrebeyê ji bo ku kehrebe bigihîje seranserî bajêr û gundên wî, siwar kirin.

Girêdayî wê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê rojane 23 ton ard ji 6 firneyên Sebxa re peyda kir.

Bi destpêka werza xwendinê re jî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantonê hemû dibistanên bajêr (39 dibistan) ên her sê astên perwerdeyê vekirin.

Hejmara şagirtan di her sê astan de 10 hezar û 400 e. Hejmara mamosteyan jî nêzî hezarî ye.

Di aliyê xizmetguzarî de Yekitiya Şaredariyan a kantonê 7 hezar metredam qîr ji bo bajarê Sebxa û gundên wî veqetandin û bi wan 20 kolanên sereke û nesereke hatin qîrkirin.

Gerînenderiya Avê ya kantonê jî stasyona ava vexwarinê ya Sebxayê amade kir.

Di heman çarçoveyê de, Şaredariya Gel a bajêr 200 çirayên li ser enerjiya tavê li kolanên bajêr danîn.

Ji bo aramî û ewlehiyê jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hemû beşên xwe dewriyeyan digerînin û rêbendên kontrolê datîne.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê armanc dike ku hemû saziyên bajêr ava bike û aramiya wî ya aborî û civakî xurt bike.

(mh)

ANHA