Di meha dawîn a salê de li Sûriyeyê 181 kes hatin kuştin

Di meha dawîn a 2025`an de 181 kes li deverên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de hatin kuştin.

Di meha dawîn a salê de li Sûriyeyê 181 kes hatin kuştin
1 ÇILE, 2026   07:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Di Kanûna 2025`an de li deverên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de 181 kes ku di nav de 17 jin û 16 zarok hene, di bûyerên cuda de hatin kuştin.

Li gorî agaiyên ku ajansa me berhev kirine, di meha Kanûnê ya sala borî de rêjeya tundiyê zêde bû. Li gelek deverên di bin kontrola hikumeta veguhêz de, êrişên hêzên hikumeta veguhêz, kuştin, dijminatiyên malbatî û eşîrî, pevçûnên çekdarî, operasyonên ewlehiyê û teqînên bermahiyên şer, çêbûne û di encamê de gelek kes hatin kuştin.

Bûyer li seranserê bajarên Heleb, Şam û gundewarên wê, Lazqiyê, Tartûs, Hema, Hums, Dêrazorê, Deraa, Siwêda û Idlibê pêk hatin. Ev yek nîşan dide ku li deverên di bin kontrola hêzên hikumeta veguhêz û yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, tundî zêdetir bûye.

Di nava qurbaniyan de jin û zarokên ji hemû pêkhateyan hene, her wiha goreke komî ku tê de cenazeyên 6 mêr, zarokekî û jinekê hebûn, li gundê Turkan ê nêzî bajarê El Sifîrê yê Helebê hat dîtin.

Mijdara borî 170 kes ku 13 jê jin û 21 jî zarok bûn, li deverên di bin kontrola hikumeta veguhêz û dagirkeriya dewleta Tirk de hatin kuştin.

Çavdêr dibêjin rewşa ewlehiyê li Sûriyeyê lawaz e, her roj hin kes têne kuştin û birîndarkirin.

(k)