Îlhamî El Milêcî: Peyama Abdullah Ocalan asoyên çareseriyê krîza Sûriyeyê diyar dike

Nivîskar û analîzkar Îlhamî El Milêcî got peyama Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahî gelê Sûriyeyê ye û krîza Sûriyeyê ji şerê leşkerî vediguhêze qonaxên dan û standin, demokrasî û avakirina dewleta pirreng.

Îlhamî El Milêcî: Peyama Abdullah Ocalan asoyên çareseriyê krîza Sûriyeyê diyar dike
1 ÇILE, 2026   08:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskar û analîzkarê ji Misirê Îlhamî El Milêcî destnîşan kir ku peyama Rêber Abdullah Ocalan a bi boneya sersalê ne daxuyaniyeke siyasî ya ji rêzê ye û got: "Ew hewldana pênasekirina krîza Sûriyeyê û rêbazên çareserkirina wê ye. Girîngiya nameyê ew e ku nîqaşê ji qadên leşkerî û hevsengiyên hêzan vediguhêze astên kûrtir û cewherîtir bi rêya peymana civakî û avakirina dewleta demokratîk a pirreng.”

El Milêcî got Rêber Abdullah Ocalan dibîne ku cewherê krîza Sûriyeyê ne ji ber pirbûna hêzên çekdar û destwerdanên ji derve ye, lê belê tunebûna nimûmeyeke siyasî ku bikare pirrengiya neteweyî, olî û civakî ya Sûriyeyê di nava xwe bihewîne.

El Milêcî wiha lê zêde kir: "Li gorî vê, name diyar dike ku çareseriya rastîn ne bi rêya rêbazên ewlehî û ji nû ve avakirina dewleta navendî ya hişk, lê belê bi rêya pêvajoyeke dan û standinên demokratîk û entegrasyona siyasî di navbera navend û herêman de ye.”

Girêdayî peymana 10'ê Adarê El Milêcî got name tiştekî wiha diyar dike ku armanc ne pêkanîna peymanê lê armanc vekirina pêvajoyeke siyasî ya berfirehtir a li ser bingeha demokrasî û entegrasyonê ye, ne li ser bingeha paşguhkirin û helandinê ye û got: "Peyman amûreke siyasî ye, ne lihevkirineke ewlehî ya demkî ye.”

El Milêcî got entegrasyona di nameyê de hatiye nîşandan mebest jê ne ew e ku Rêveberiya Xweser di hundirê dewletê de bihele, ne jî ew e ku nimûneyeke siyasî li ser tevahî gelê Sûriyeyê were ferzkirin.

El Milêcî got pêwîstiya vê pêvajoyê danûstandinên siyasî yên zelal û çarçoveyeke destûrî ku îtîrafê bi pirrengiyê bike, heye.

El Milêcî diyar kir ku demokrasî ne sloganeke siyasî ye, lê belê ew şertekî sereke yê pêkanîna aramiya mayînde li Sûriyeyê ye û got: "Astengkirina pêvajoyê ne tenê ji ber tunebûna îradeya siyasî, her wiha ji ber dûrbûna berjewendî û armancan e.”

El Milêcî destnîşan kir ku hin alî vê peymanê wekî destpêka lihevkirina ewlehî ya sînordar dibînin, lê belê hin alî wê welî pêvajoyeke siyasî ya tam ku têkiliya navendê bi aliyan re ji nû ve saz dike, dibînin.

El Milêcî da zanîn ku dosyayê hestiyar wekî pêşeroja hêzên leşkerî, rêvebirina çavkaniyan, şiyanên îdarî û teşeyê dewleta Sûriyeyê û ev jî bê garantiyên siyasî û destûrî yên zelal nayên çareserkirin. El Milêcî diyar kir ku destwerdanên herêmî û navneteweyî bandorê li pêvajoya danûstandinan dikin nexasim destwerdana dagirkeriya Tirk û ya Sûriyeyî û navneteweyî û got: "Ev destwerdan dihêlin pêvajo bibe karta zextê”.

Der barê têkiliya dewleta Tirk de El Milêcî got di nameya Rêber Abdullah Ocalan de vexwendin ji bo Enqereyê tê şandin ku ji aliyê zextkar bibe aliyê garantor û bi awayekî erênî bandorê li dan û standinan bike.

El Milêcî got ji bo pêkanîna vê rolê divê pêşî dewleta Tirk bizane ku çareseriya siyasî ya aram li Sûriyeyê ji yên leşkerî û demkî bêhtir feydeyê li wê dike, piştre bizane ku tirsên wê yên rewa yên ewlekariyê ji redkirina projeyên demokratîk cuda ye, paşî bizane ku pirsgirêka Kurd wekî beşekê ji çareseriya herêmî ya berfireh bibîne, ne wekî gefê.

Her wiha El Milêcî got ji bo biserxistina vê nêrînê pêwîstî bi wê yekê heye ku aliyên hundir û yên herêmê amade bin û ji şer derbasî çareseriyê bibin.

(mh)

ANHA