Şahî ji zarokên şehîdan re hat lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Meclisa Girê Spî bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan û nêzbûna cejna Remezanê zarokên malbatên şehîdan xelat kirin û şahî li dar xist.

Şahî ji zarokên şehîdan re hat lidarxistin
Şahî ji zarokên şehîdan re hat lidarxistin
Şahî ji zarokên şehîdan re hat lidarxistin
Şahî ji zarokên şehîdan re hat lidarxistin
Şahî ji zarokên şehîdan re hat lidarxistin
Şahî ji zarokên şehîdan re hat lidarxistin
6 nîsan, 2024   16:54
EYN ÎSA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girê Spî bi boneya 4ˊê Nîsanê şahiyek ji zarokên kampê re li dar xist û xelat kirin.

Di şahiyê de endamê rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a Girê Spî Mecid Husam axivî û fedakariyên şehîdan di oxira avakirina jiyaneke birûmet de silav kir.

Li aliyekî din jî hevserokê kampa Koçberên Girê Spî Mistefa Hiso diyarkir ku xelatkirina malbatên şehîdan, li gorî fedakariyên wan, tiştekî pir hindik e û hatina cejna Remezanê li gelê herêmê pîroz kir.

Di şahiya xelatkirinê de helbest û stran ji hêla zarokên şehîdan ve hatin gotin.

Di dawiyê de meclisê diyarî dan zarokên şehîdan.

(fr)

ANHA