Meclisa Gelan a Demokratîk li ser 19 madeyan erê kir

Meclisa Gelan a Demokratîk di rûniştina xwe ya 96ˊan de li ser 19 madeyên ji qanûna şarearî û Yekitiya Şaredariyên Demokratîk erê kir.

6 nîsan, 2024   16:46
REQA

Meclisa Gelan a Demokratîk rûniştina 96ˊan bi beşdariya Desteya Hevserokatiya Meclisê, endamên meclisên gelan ên 7 kantonan li dar xist. Rûniştin li hola civînan a avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Reqayê hat lidarxistin.

Meclisê di destpêka rûniştinê de li ser qanûna efûya giştî ya bi 6 bendan erê kir.

Meclisê rûniştina xwe bi xwendina reşnivîsa qanûna şaredarî û Yekitiya Şaredariyên Demokratîk ji hêla cîgirêk hevserokatiya meclisê Yasir El Silêman ve temam kir. Di rûniştinê de meclisê li ser 19 madeyan ji eslê 64 madeyan erê kir û dê sibe rûniştinê dewam bike.

Madeyên li ser hatine erêkirin nûkirina şaredariyan û destûrên wê, meclisên şaredariyê ji nû ve werin hilbijartin, civîn ji gel re bên lidarxistin, civîn ji meclisa şaredariyê re were lidarxistin, semîner werin dayîn û biryar werin ragihandin, destûr û berpirsiyariya şaredariyê.

Piştî 19 made hatin nîqaşkirin, her madeyek bi tenê ji hêla Meclisa gelan ve, piştî hin guhartinan, hate erêkirin.

Di dawiyê de nivîsa Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şandiye ku tê de Semer Ebdullah bibe hevseroka Desteya Aboriyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat erêkirin. Semer li pêş beşdaran sond xwar.

(fr)

ANHA