Rûsyayê seferên li 4 balafirgehan rawestandin

Hate ragihandin ku di êrişa Rûsyayê ya li ser bajarê Sumy ê bakurê Ukraynayê de 7 kes birîndar bûn û ceyran qut bû. Rûsyayê jî li 4 balafirgehan sefer rawestandin.

Rûsyayê seferên li 4 balafirgehan rawestandin
9 kanûn, 2025   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Rûsyayê îro ragihand ku ji ber fikarên li ser êrişên muhtemel ên bi dronan, seferên li balafirgehên Vladikavkaz, Grozny, Magas û Mozdok ên li başûrê welat hatine rawestandin.

Rayedarên herêmên Voronezh, Osetyaya Bakur û Kabardino-Balkaria jî hişyarî dan niştecihan ku dûrî pencereyan bisekinin û li hundir bimînin. Rayedaran hişyarî jî da ku dibe xizmetên telefon û înternetê qut bibin.

Rûsyayê jî bi dronan li bajarê Sumy yê bakurê Ukraynayê xist. Di encamê de ceyran qut bû û 7 kes birîndar bûn.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy li Londonê hevdîtin bi serokên Fransa, Almanya û Brîtanyayê re pêk anî û got dê planeke aştiyê ya ji 20 xalan pêşkêşî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bike.

(b)