Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

Li Şamê di dema pîrozbahiyên salvegera rûxîna rejîma Baasê de di encama qerebalixa zêde de zarokekî 17 salî jiyana xwe ji dest da û 265 kes birîndar bûn.

Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn
9 kanûn, 2025   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê daxuyand ku li Qada Umewîyîn a Şamê di dema pîrozbahiyên salvegera rûxîna rejîma Baasê de, zarokekî 17 salî ji ber dûman û qerebalixa zêde miriye û 265 kes jî birîndar bûne.

(b)