6 leşkerên Pakistanê hatin kuştin

Li herêma Kuram a Pakistanê ya nêzê sînorê Efganistanê li dijî xaleke kontrolê êriş hat kirin. Di êrişê de 6 leşkerên Pakistanê hatin kuştin.

6 leşkerên Pakistanê hatin kuştin
9 kanûn, 2025   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, li herêma Kuram a li bakurê rojavayê Pakistanê ku nêzê sînorê Efganistanê ye, êrişeke çekdarî li dijî xaleke kontrolê ya ewlehiyê pêk hat. Di encamê de 6 leşkerên Pakistanê hatin kuştin.

Heya niha tu aliyekî êriş negirtiye ser xwe.

Aloziya di navbera Pakistan û Efganistanê de dewam dike. Di encama şerê li ser sînor de di Cotmeha borî de bi dehan kes hatibûn kuştin.

Li herêmên çiyayî yên sînor çalakiyên çekdarên Talîbana Pakistanê zêde bûne. Çekdarên navborî nêzîkî 20 salan e li dijî dewletê şer dikin. Lê tevgera Talîbanê ya Efganistanê dibêje tu têkiliyên wê bi Talîbana Pakistanê re nîn e. Hewldanên aştiyê yên Qeter, Tirkiye û Erebistana Siûdî jî bê encam man.

(b)