Rûsyayê ragihand ku 17 dronên Ukraynayê îmha kirine

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku şeva bori 17 dronên Ukranyayê îmha kirine.

Rûsyayê ragihand ku 17 dronên Ukraynayê îmha kirine
26 cotmeh, 2024   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku 17 balafirên keşfê yên Ukraynayê ji aliyê pergalên parastina hewayî ya artêşê ve hatine îmhakirin. 

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Li herêma Bryanskê 8, li herêma Belgorodê 4, li herêma Kurskê 3, li herêma Oryolê jî 2 dron hatin xistin."

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn duh gotibû artêşa Rûsyayê hêzên Ukraynayê yên li herêma Kurskê dorpêç kirine û niha ji bo tengavkirina wan dixebitin.

Pûtîn her wiha got: "Di nava hêzên Ukraynayê yên li Kurskê de yên ku teslîm dibin hene. Artêşa Rûsyayê girtiyan qebûl dike û jiyana wan û ewlehiya wan diparêze."

(bb)