3 gundên Minbicê hatin topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran 3 gundên Minbicê topbaran dikin.

3 gundên Minbicê hatin topbarankirin
26 cotmeh, 2024   11:04
MINBIC

Meclisa Leşkerî ya Minbicê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kanonê de daxuyaniyek parve kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku artêşa dagirker û çeteyên wê bi 6 topan gundê Derec, bi 6 topan gundê gundê Ewn Dadatê û bi 12 topên obîsan gundê Ereb Hesen kirin hedef.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li van gundan sivîl dimînin.

(bb)

ANHA