Rûsyayê herêmeke li ser sînorê Ukraynayê vala kir
Bi zêdebûna tevgera leşkerî ya Ukraynayê ya li nêzî sînorên Rûsyayê re, Moskovê beşên din ê herêmeke din a li ser sînorên Ukraynayê vala kir.
Piştî ku dezgehên çapemeniyê ragihand ku Ukraynayê ji destpêka şerê 2022`yan ve, cara yekê ye wisa dikeve axa Rûsyayê, Moskovê beşên din ên herêmeke din a li ser sînorê Ukraynayê vala kir.
Hêzên Ukraynayê duh sibê ketin sînorên Rûsyayê û êrişî beşên ji rojavayê herêma Kurskê kir. Îhtimal heye ku Ukrayna dixwaze bi vê êrişê helwesta xwe ya di dan û standinên muhtemel de piştî hilbijartinên Amerîkayê, xurttir bike.
Waliyê herêma Belgorodê ya li başûrê Kurskê Vyacheslav Gladkov jî got desthilata Rûsyayê, ji ber "tevgera dijmin a li ser sînor" hin beşên herêmê vala kirine.
Desthilata Rûsyayê li herêmên Kursk, Bryansk û Belgorodê yên li ser sînor pergaleke ewlehiyê ya giştî ragihand û Kîev bi binpêkirina qada wê ya hewayî tawanbar kir.
(şx)