Hizbullahê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
Hizbullahê ragihand ku bakurê Îsraîlê bi moşekan bombebaran kiriye. Hizbullah ev bombebaran wek bersiva êrişa Îsraîlê ya li ser başûrê Lubnanê ku di encamê de 3 endamên wê hatibûn kuştin, destnîşan kir.
Hizbullahê ragihand ku piştî êrişa Îsraîlê ya li ser başûrê Lubnanê ku di encamê de 3 endamên wê hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn, wê bakurê Îsraîlê bombebaran kiriye.
Çavkaniyeke nêzî Hizbullahê diyar kir ku ji kuştiyan 2 roja yekşemê di bombebarana balafira bêmirov a li herêma Teyba ya li ser sînor de hatine kuştin. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî endamê sêyemîn ku berî çend rojan di êrişa li bajarokê Beyt Lîf a başûrê Lubnanê de bi giranî birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest dabû.
Her wiha wezaretê diyar kir ku Îsraîlê duh (Yekşemê) êrişî bajarokê Marûb ê başûrê Lubnanê kir û di encamê de 12 kes (11 lubnanî û yek sûriyeyî) birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku 30 moşek avêtine herêma Kabirî û diyar kir ku moşek li deverên vala ketine û tu windahiyên canî çênebûne.
Her wiha artêşa Îsraîlê duh diyar kir ku wê li bajarokê Edesiyeyê binesaziyên leşkerî yên Hizbullahê kirine hedef.
Li gorî daneyên desthilata Lubnanê û Hizbullahê, heta niha bi kêmanî 116 jê sivîl, 565 kes li Lubnanê hatine kuştin.
Desthilata Îsraîlê jî ragihand ku ji destpêka şer ve bi kêmanî 22 leşker û 26 welatî hatine kuştin.
(bb)