Di çalakiya hewayî ya gerîla de 5 dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla yên silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê agahî dan. HPG'ê da zanîn ku herî kêm 5 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û 13 jî birîndar bûn.

Di çalakiya hewayî ya gerîla de 5 dagirker hatin kuştin
12 tebax 2024   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di derbarê çalakiyên gerîlayên ên hewayî yên Yekîneya Şehîd Dogan Zinar daxuyaniyek weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "Yekîneya me ya Şehîd Dogan Zinar ji bo silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê ya Dîrokî ku bi pêşengiya fermandarê me yê nemir hevrê Egîd hate kirin, çalakiyên hewayî lidar xist. Artêşa Tirk a dagirker ku her roj ji bejahî ve derbê dixwe, bi pêngava Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê re ku teknîk xistiye xizmeta taktîkê, ji hewa jî derbê dixwe."

'5 DAGIRKER HATIN KUŞTIN, 13 DAGIRKER BIRÎNDAR BÛN'

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên hewayî yên gerîla ev agahî hatin dayin:

"Di navbera 1-11'ê Tebaxê de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî li baregehên artêşa Tirk a dagirker hate xistin. Li Girê FM, Girê Amediyê, Girê Bahar û Qada Berxwedanê ya Sergelê 8 caran ji hewayê li dagirkeran hate xistin. Di encama van çalakiyan de, bi qasî ku me zelal kir; 5 dagirker hatin cezakirin, 13 dagirker birîndar bûn, 5 kon îmha bûn û derb li 3 çeperan hate xistin."

NASNAMEYA DAGIRKERÊN HATIN CEZAKIRIN

Di dawiya daxuyaniyê de li ser nasnameya dagirkerên hatin cezakirin agahî hatin dayin û hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker wê ji derbên giran ên gerîla nikaribe bifilite:

"Agahiyên nasnameyê yên beşek ji dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûn, hate zelalkirin. Li gorî vê yekê; hate tespîtkirin ku çawişên pispor ên bi paye Umît Şahîn, Bakî Kalan û Ziyar Vûral, serdesteyên bi paye Halîl Îbrahîm Guvercîn, leşkerên kirêkirî Tolga Armût û Oktay Cengîz ya hatine cezakirin, yan jî hatine birîndarkirin. Dewleta Tirk a dagirker û medya wê ya şerê taybet encamên van çalakiyên gerîla ku derbên giran li dagirkeran hate xistin bi ti awayî eşkere nekirin, mirî û birîndarên xwe veşartin. Lê belê artêşa Tirk a dagirker û medya wê ya şerê taybet çiqasî hewl bidin veşêrin jî wê ji derbên kuştinê yên hewayî û bejahî yên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên ku li ser şopa fermandar Egîd dimeşin, nefilitin."