YRA: Divê êrişkarên rojnamevan Hêmin Mamend werin girtin

YRAˊyê bi daxuyaniyekê êrişa li dijî rojnamevan Hêmin Mamend ku duh ji aliyê du kesên li ser motorsîklekê ve li bajarê Silêmaniyê pêk hatibû, şermezar kir û bang li aliyên pêwendîdar kir ku demildest êrişkar û hevakarên wan bên girtin.

YRA: Divê êrişkarên rojnamevan Hêmin Mamend werin girtin
3 îlon, 2025   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) der barê êrişa dijî rojnamevan Hêmin Mamend ku li dijî bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê pêk hatibû de daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye

Yekitiya Ragihandina Azad – YRA vê êrişê weke êrişeke li ser azadî û serxwebûna ragihandinê û hedefgirtina mafê civakê yê xwegihandina zanîn û agahiyê dibîne. Dubarekirina sûcên wiha li dijî rojnamevanan li Herêma Kurdistanê, nîşaneya tirsandin û bêsizamayînê ye ku hêmanên demokrasî û azadiyên giştî lawaz dikin.

Ji lew re em daxwaza lêpirsîneke lezgîn û giştî di derbarê buyerê de dikin ku sûcdar, hevkar, planger û alîkarên vê sûcê werin girtin û darizandin.

Her wiha em diyar dikin ku pêwîst e rayedarên Başûrê Kurdistanê tedbîrên bibandor bigirin ku jiyana rojnamevanan û kedkarên ragihandinê biparêzin, ku parastina wan berpirsiyariyeke neteweyî, sincî û yasayî ye.

Di dawiyê de em piştgiriya xwe ji hevkarê xwe Hêmin Mamend re radigihînin û jê re şîfaya lezgîn dixwazin, û cerek din bi bîr tînin ku; çi êrişa li ser ragihandina azad, êrişa li ser mafê mirovan e”.