Desthilata Şamê 21 kesên ji Siwêdayê berdan

21 kesên ji Siwêdayê yên ku ji aliyê desthilata Şamê ve hatibûn girtin, hatin azadkirin.

Desthilata Şamê 21 kesên ji Siwêdayê berdan
7 nîsan, 2025   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku desthilata Şamê 21 kesên ji bajarê Siwêdayê yên beşdarî kongreya Temasuk bûbûn û roja şemiyê hatibûn destgîrkirin, berdan.

Li gorî SOHR’ê, ji endamên Partiya Întîmaa El Wetenî El Demokratî ya ku li parêzgeha Siwêdayê çalak e, 21 mêr û jinên ji aliyê desthilata Şamê ve hatibûn destgîrkirin, piştî 17 saetan hatin berdan.

SOHR’ê diyar kir ku 21 endamên partiyê roja Şemiyê li ser bendeke kontrolê ya li Humisê hatibûn destgîrkirin, piştî 17 saetan hatin berdan. Endamên partiyê dema diçûn parêzgeha Reqayê da ku beşdarî çalakiyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin, hatibûn destgîrkirin.

SOHR’ê destnîşan kir ku ji kesên destgîrkirî, serokatiya partiya navborî ne û bi kefaletê hatine berdan. SOHR’ê bi bîr xist ku di dîmenekê de kesekî destgîrkirî qala îşkenceya lê hatiye kirin, dike û li ser laşê wî şopên derban dixuyan.

Li gorî SOHR’ê, kesên hatine berdan beşdarî Kongreya Temasuk bûbûn ku 22’yê Adarê li Şamê hatibû lidarxistin û diyar kir: "Ew kes dema diçûn parêzgeha Reqayê da ku beşdarî çalakiyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin, hatibûn destgîrkirin.”

Li Şamê bi tevlêbûna MSD û komeke partiyên siyasî û saziyên sivîl civînek hatibû lidarxistin û di wê civînê de beşdaran avakirina ‘Hevbendiya Hemwelatîbûnê ya Wekhev a Sûriyeyê (Temasuk)’ ragihandibû.

(bb)