Rûsyayê bajarokekî din ê Donestk kontrol kir

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku bajarokê Mykhailivka yê Donetsk ê rojhilatê Ukraynayê kontrol kir û diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya operasyona leşkerî ya taybet de di gelek eniyan de bi pêş dikevin.

Rûsyayê bajarokekî din ê Donestk kontrol kir
14 gulan, 2025   17:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê îro daxuyand ku bajarokê Mykhailivka yê Donetsk ê rojhilatê Ukraynayê kontrol kir.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hêzên Rûsyayê di çarçoveya operasyona leşkerî ya taybet de li gelek eniyan bi pêş dikevin.

Her wiha wezaretê di demeke berê de ragihandibû ku pergalên parastina asîmanî yên girêdayî wê şeva berê 12 balafirên bêmirov ên Ukraynayê wêran kirine.

(fr)