Riyad û Washingtonê li ser bidawîkirina şerê li Xezayê li hev kir

Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî mîr Feysel Bin Ferhan di dawiya lûtkeya Amerîka - Kendavê de ragihand ku Washington û Riyadê ji bo bidawîkirina şerê li Xezayê û berdana hemû girtiyan li hev kir.

Riyad û Washingtonê li ser bidawîkirina şerê li Xezayê li hev kir
14 gulan, 2025   18:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî mîr Feysel Bin Ferhan di civîneke çapemeniyê ya piştî lûtkeya Amerîka - Kendavê ya li bajarê Riyadê de, ragihand ku Washington û Riyadê ji bo bidawîkirina şerê li Xezayê û berdana hemû girtiyan li hev kir.

Bin Ferhan piştgiriya Siûdî ji bo dan û standinên nukleerî yên di navbera Îran û Amerîkayê de nîşan da û hêviya encamên erênî kir.

Der barê Xezayê de jî Bin Ferhan got pêwist e alîkarî bêyî astengî bigihîjin Xezayê, ji bo wê jî divê agirbest hebe.

(mh/fr)