Di êrişek nenas li Helebê de kesek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn

SOHR’ê diyar kir ku digel rageşiya tevliheviya ewlehî û bûyerên dubare, li bajarê Helebê di êrişa çekdarên nenas de endamek hêzên ewlehî yên desthilata Şamê hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Di êrişek nenas li Helebê de kesek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn
14 gulan, 2025   16:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Şeva berê, çekdarên nenas bi motorsikêltê li taxeke Helebê yekser gule li endamên hêzên ewlekariyê yên desthilata Şamê reşandin, di encamê de endamek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku êrişkaran yekser gule berdan endamên hêzên desthilata Şamê dema ku li herêmê bûn, bi wê re endamek yekser hat kuştin û 2 jî birîndar bûn û çekdar ber bi cihekî nediyar ve reviyan.

Bajarê Helebê car caran dibe şahidê bûyerên wiha ku çekdarên nenas êrişan pêk tînin, ev yek digel aloziya ewlehî ya berdewam li herêmên di bin kontrola desthilata Şamê de, pêk tên.

(fr)