Rûsya û Ukraynayê li ser pevguhartina dîlgirtiyan li hev kir

Rûsya û Ukraynayê ragihand ku lihevkirina pevguhartina dîlgirtiyan û vegerandina bi dehan leşkerên xwe temam kiriye.

Rûsya û Ukraynayê li ser pevguhartina dîlgirtiyan li hev kir
31 ÇILE, 2024   19:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê anî ziman ku lihevkirina pevguhartina dîlgirtiyan bi Ukraynayê re temam kiriye, li gorî wê jî her aliyekî 195 leşker vegerand. Wezaretê diyar kir ku Rûsya bi balafiran leşkerên xwe veguhastin.

Ajanseke Ukraynayê ku agahiyên xwe dispêre serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky, Ukraynayê 207 leşker û sivîl ji Rûsyayê wergirtin.

(fr)