Sembola Berxwedana Serdemê: Barîn Kobanê

Sembola Berxwedana Serdemê: Barîn Kobanê
1 sibat, 2024   03:38

Di dirêjiya dîrokê de jinên Kurd îsbat kirin ku ew xwedî îradeya xurt in ku tu carî nayê têkbirin. Şoreşa jinan a Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî (Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an) a bi pêşengiya jinên Kurd berdewama wê berxwedana li dijî pergala cîhanê ya hegemonîk (pergala baviksalarî) ye.

Dîroka şoreşa jinan bi navên jinên Kurd ên ku ji tevahî jinên cîhanê re bûn pêşeng, tijî ye. Wek şehîd Zeyneb Penaber, Hevrîn Xelef, Jiyan Tolhildan, Arîn Mîrkan, Leyman Şiwêş, Yusra Derwêş, Zeyneb Mihemed, Nûdem Wan, Yadê Eqîde, Vejîn Jiyan, Zehre Berkel, Emîne Weysî, Hebûn Mela Xelîl, Avesta Xabûr û Barîn Kobanê.

Şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Barîn Kobanê jî yek ji wan jinan e. Şehîd Barîn di 1'ê Sibata 2018'an de şehîd bûye. Îro jî salvegera 5'emîn a şehadeta wê ye.

Barîn Kobanê (Emîne Omer) bi lehengiyeke mezin di Berxwedana Serdemê de cih girt û bi berxwedana xwe ya li hember êrişa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrînê bû sembola jina Kurd a azad.

Barîn bi ruhê fedakarî û têkoşîna li hember hemû cûreyên tundiyê di nav hevrêyên xwe de dihat naskirin. Di berxwedana li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî Efrînê de wê moral dida hevrêyên xwe. Heta ku li dawiyê li navçeya Bilbilê ya kantona Efrîna dagirkirî şehîd bû.

Şehîd Barîn a ku komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelê xwe dîtine, serî netewand û heta dawiyê li ber xwe da û li dawiyê li navçeya Bilbilê cenazeyê wê ket destê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê . Çeteyan piştî qetilkirina wê tecawiz li cenazeyê wê kirin û dîmen kişandin û li ser medyayên dîjîtal belav kirin. Li hember vê dîmenê hêrseke mezin hat nîşandan û banga hesabxwestina ji sûcdaran hat kirin.

Heta niha jî çeteyên sûc li dijî şehîd Barîn û şêniyên Efrînê kirine nehatine cezakirin.

Di sûcekî wiha de qirêjiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xuya dibe. Her wiha diyar dibe ku ew çawa li hember îradeya jina azad a ku şerê hişmendiya dagirkeran dike, lewaz mane.

Lê belê lehengiya Barînê, berxwedana Zeynebê, fedakariya Arîn û Avestayê, têkoşîna Hevrînê, îradeya Jiyanê, îsrara Zeyneb û Leyman û Yusrayê hişt destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên parastin.

Rêxistinkirina yadê Eqîde û perwerdeya Zehreyê vala neçû. Îro bi hezaran jinên ciwan li ser şopa wan jinên pîroz in, soza tolhildana wan û pêkanîna armancên wan daye.

(mh)